Nivîskarê kurd Ebdulbaqî Yûsif deriyê (dilê) xwe ji Rûdawê re vekir
Hewlêr (Rûdaw) - “Di keviya sibeheke zû de, dema kulîlk vedibin û çûk li ser daran çîvçîvê dikin, û perperîk derdikevin û roniya jiyaneke nû dinin sibehê , Hewlêr herdu çavên xwe vedike û xwe li navnivînên xwe yên germ radikêşe” bi vî awayî romannivîsê kurd Ebdilbaqî Yûsif dilbera xwe dide naskirin...
Romannivîsê kurd ku di gelek kombendên nivsîkaran yên herêmî û navdewletî de endamde, nêzîkî 25 pirtûkên wî hene û hejmarek xelat standin, lê li ser asta kurdî, yek xelat standiye ew jî li ser romana, Hewlêr Xoşewîstekem…
Berî niha Ebdilbaqî Yûsif di gelek kongreyên erebî û herêmî de beşdar bûye û tevlî sîmînaran jî bûye, Lê bi gptionw wî, ji ber îqameya wî nîne, ew niha nema dikare derkeve derve û nikare xelata dahêneran li Misrê werbigre.
Romana “Hewlêr Xoşewîstekem”, ango Hewlêr Yara Min, namzed e ku xelata Bokir ya cîhanî li Londonê werbigre ku niha wî beşa 2 jê temam kiriye jibilî wê jî, romana Xecê û Siyamend amade dike ku wê Wezareta Rewşenbîriyê li Bexdayê jê re çap bike…