MAZENDERAN - Kurd û Gîlanan festîvalek li dar xist
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mazenderanê ya Îranê Festîvala Kurd û Gîlanan hat lidarxistin.
Welatiyekî Kurd ê ji navçeya Kelardeştê ya parêzgeha Mazenderanê ji Rûdawê re ragihand ku Festîvala Kurd û Gîlanan roja înê li navçeya Kelardeştê bi beşdariya bi sedan kesan hatiye lidarxistin.
Wî welatiyî got:
"Festîval ji çend beşan pêk dihat ku di nav de muzîka Kurdî û Gîlanî, govend, nîşandanên werzişê û xwendina helbestan ji aliyê zarokan ve li xwe digirt."
Li gorî gotina wî welatiyî, nêzîkî ji sedî 70yê xelkê navçeya Kelardeştê ya parêzgeha Mazenderanê Kurd in.
Kelardeşt dikeve rojavayê parêzgeha Mazenderanê û hejmareke berbiçav a Kurd û Tirkan lê dijîn ku hatine koçberkirin.
Li gorî belgeyên dîrokî, di serdema Şah Îsmaîlê Sefewî de hejmareke berbiçav a Kurdan bi zorê li deverên cuda yên Îranê hatine bicihkirin.