Rûdawê ji alîkarê Erdogan pirsî: ‘Gelo em dê berhemên Sezaî Karakoç bi Kurdî bibînin?’
Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokê Polîtîkayên Çand û Hunerê Huseyîn Yayman li Stenbolê çû ser gora Helbestvan û Nivîskar Sezaî Karakoç û li wir bersiv da pirsa nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez.
Omer Sonmez bi bîr anî ku Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyeyê berê 10 berhemên Kurdî yên klasîk tercumeyî Tirkî kirine û pirsî: “Em dê wergera bi Kurdî ya berhemên Karakoç jî bibînin?”
Yayman li ser vê pirsê got, "Ez wisa difikirim ku ne rast e ew ji vê nasnameyê yan wê nasnameyê bê nirxandin " û da zanîn ku li gorî wî nasnameya sereke ya Karakoç Misilmanbûn e.
“Li cem wî ti qîmetê nasnameyan nebû”
Yayman di destpêkê de got ku ew pirs "gelekî biqîmet" e û wiha got:
"Yek hevoka min ev e, Sezaî Karakoç mirovekî ramanê yê gelekî girîng bû ku hevhestî, hevqederî, hevdîrokî û welatîbûna heman miletî diparast.
Li cem wî ti qîmetê nasnameyan nebû. Ew Misilman bû û wî gelek berhemên xwe bi nasnameya xwe ya Misilmanbûn û mirovbûnê nivîsandine.
Ez wisa difikirim ku ne rast e ew ji vê nasnameyê yan wê nasnameyê bê nirxandin û bikeve nav qalibekî.
Tam wekî ku Sezaî Karakoç di berhemên xwe de nivîsandiye."
"Di vê serdemê de gotinên Karakoç gelekî watedartir in"
Yayman da zanîn ku xeta ramanê ya Karakoç di cîhana îro de hîn girîngtir bûye û wiha pê de çû:
"Di serdemeke ku raman, nirxên mirovahiyê û têgihîştina azadiyê ketiye krîzê de, Karakoç yek ji parêzvanên herî mezin ên fezîlet, azadî û nirxên mirovahiyê ye.
Çîrok û helwesta wî bi taybetî ji bo ciwanan mînak e."
Huseyîn Yayman bi gotinên, “Înşalah dema ku hûn sêşemê hatin em dê li Enqereyê bersivê bidin vê pirsê” diyar kir ku ew vê pirsa wergerandina berhemên Karakoç paşê bibersivîne.
Sezaî Karakoç
Helbestvan, nivîskar, û siyasetmedar Sezaî Karakoç 22yê Kanûna Paşîn a 1933yan li navçeya Erxeniyê ya Amedê ji dayîk bûbû.
Karakoç sala 2011an, hêjayî Xelata Wêjeyê ya Serokkomariyê hatibû dîtin lê wî plaket û xelata pereyan red kiribû û neçûbû merasîma wergirtina xelatê.
Wî 16ê Çiriya Paşîn a 2021ê li Stenbolê di 88 saliya xwe de koça dawî kir.
Hat ragihandin ku Karakoç ji ber krîza dil a ji ber kalbûnê li mala xwe ya li Stenbolê koça dawî kiriye.
Cenazeyê wî 17ê Çiriya Paşîn li Stenbolê, li goristana Mizgefta Şehzadebaşiyê hat veşartin.