Pirtûka nû ya Orhan Pamuk: Di Serê Min De Sosretiyek!

14-12-2014
RÛDAW
Pirtûka nû ya Pamuk
Pirtûka nû ya Pamuk
A+ A-

 

Stenbol (Rûdaw) – Nivîskarê navdarê tirk û xwediyê xelata Nobelê, Orhan Pamuk piştî 6 salan navber, pirtûkek nû derxist. Pamuk ji ber ku vê carê dereng ma, ji xwendevanên xwe lêborîn xwest.

 

Pirtûka nû ya Orhan Pamuk a bi navê ”Di Serê Min de Sosretiyek” hat çapkirin û daket bazarê. Pamuk li bajarê Stenbolê bi destê xwe pirtûka xwe îmze kir û pêşkêşî xwendevanên xwe kir.  

 

Ev 6 sal bûn Pamuk ti pirtûkek belav nekiribû ji ber wê jî wî li hember kamerayan daxwaza lêborînê ji xwendevanên xwe kir ku vê carê di nivîsandina pirtûkê de dereng ma.

 

Romana nû ya Orhan Pamuk ji 477 rûpelan pêk tê û bi tîraja 150 hezar hatiye çapkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst