Jan Dost û Hozan Brader dê li Amedê bin

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar Jan Dost romana xwe ya bi navê "Şerê Dawî yê General" li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê dide nasîn.

Weşanxaneya Dozê û Kurdistan Chronicle ji bo danasîna pirtûkê kokteyleke taybet organîze dikin.

Çalakî dê 20ê mehê li Demîr Hotelê ya navçeya Sûrê ya Amedê were lidarxistin.

Hunermendê navdar Hozan Brader jî dê beşdarî kokteyla edebî bibe û bi stranên xwe reng bide bernameyê.

Romana "Şerê Dawî Yê General" li ser jiyan û têkoşîna Rêberê Kurdan Mela Mistefa Barzanî ye.

Di bergê pirtûkê de wêneya dîrokî ya derbasbûna Çemê Arasê ya Barzanî û Pêşmergeyan cih digire.

Di daxuyaniya amadekarên bernameyê de hat gotin, "General Mele Mistefa Barzanî tê Amedê" û amaje bi naveroka pirtûkê hat kirin.

Her wiha hat ragihandin ku dê di bernameyê de "mêvanekî surprîz" jî hebe.

Bername dê li Demîr Hotelê ya li cadeya Hz. Suleyman a Sûrê, di navbera demjimêr 15:00 û 18:00an de pêk were.

Jan Dost, yek ji romannivîsên herî berhemdar ê wêjeya Kurdî ye û heta niha gelek romanên dîrokî yên wekî "Mijabad", "3 Gav û 3 Darek", "Mîrname" û "Kobanî" nivîsandine.