Amerîka- Pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin

15-03-2015
ERGULEN TOPRAK
Amerîka-Newroz
Amerîka-Newroz
A+ A-

New York (Rûdaw) – Li Amerîkayê çalakiyên pîrozkirina Newrozê dest pê kirin. Li New Yorkê, kurdên Amerîkayê Newroz pîroz kirin.

Komeleya Kurd-Amerîkî (Kurdish-American Soceity-KAS) li bajarê New Yorkê cejna Newrozê pîroz kir.

Di merasimê de jibilî kurdan gellek amerîkî jî tevlî bûn. Hunermendê kurd Emrah û koma wî ya mûzîkê konser dan û beşdaran jî dîlan û govend girtin.

Serokê KASê Murat Şîmşek di merasimê de axaftinek kir. Şîmşek, behsa şerê DAIŞê û rizgariya Kobanî kir û got, serkeftina Kobanî tenê ya kurdan nîne serketina hemû cîhanê ye ji ber ku DAIŞ hemû cîhanê tehdîd dike.

Yek ji rayedarên KASê bi navê Yûksel Serîndag li ser pîrozkirina Newrozê li New York û Amerîkayê ji Rûdawê re got, em ji sala 2000ê ve heta niha li vir Newrozê pîroz dikin.

Yûksel Serîndag diyar kir ku civaka Amerîkayê zêde nizanin Newroz çiye lê herî dawî bi merasima ku li Koşka Spî hat lidarxistin, Newroz zêdetir hat nasîn.

Çend roj berê xanima yekem a Amerîkayê Michelle Obama, li Koşka Spî merasimek ji bo pîrozkirina Newrozê organîze kiribû. Rûdaw jî ji bo wê merasimê hatibû vexwendin.

Pîrozbahiyên Newrozê dê heta 21ê Adarê li Amerîkayê bidomin.

















Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst