Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîner û akademîsyen Prof. Dr. Mufît Yuksel qesîdeyeke Kurdî û wêneyekî birayê Seîd Kurdî belav kir.
Akademîsyen Yuksel ku li ser hesabê xwe yê Xê gelek belge û dokumanên dîrokî derbarê Kurdan de parve dike, vê carê jî wêneyekî Mela Abdulmecîdê birayê Saîdê Kurdî (Bedîûzzeman) parve kir.
Lêkolîner Yuksel di posteke xwe ya din de qesîdeye ku bi Kurdî hatiye nivîsîn û ji Seîdê Kurdî re hatiye şandin parve kir.
Li gorî ku Yuksel dibêje, wî ew qesîdê ji Îsmet Guven stendiye û di arşîva Saîd Ozdemîr jî de hebûye.
Divê were gotin ku hem qesîdeya Kurdî û hem jî wêneyê birayê Seîdê Kurdî, Mela Abdulmecîd heta niha nedihatin zanîn yan jî nehatibûn dîtin.
Seîdê Kurdî kî ye?
Bedîûzzeman Seîdê Nûrsî\ Seîdê Kurdî fîlozof û nivîskarekî Kurd ê Îslamê ye. Nivîskarê Kulliyata Risaleyên Nûr e.
Seîdê Kurdî sala 1878an li gundê Nûrsê yê Bedlîsê Bakurê Kurdistanê li ji dayik bûye. Xwendina pêşîn û navîn li Bakurê Kurdistanê di medreseyan de diqedîne.
Di xortaniya xwe de xebatên welatperweriyê dike û diçe Stenbola paytexta Dewleta Osmanî.
Beşdarî Şerê Cîhanî yê Yekem dibe. Li Rûsyayê, du salan dîl dimîne û paşê vedigere Bakurê Kurdistanê.
Di rojname û kovarên sedsala 20an ên Kurdan de behsa welatparêzî û girîngiya xwendinê kiriye.
Di tevgera welatperweriyê de xebata xwe domand.
Ji aliyê Dewleta Osmanî ve çend caran hat sirgunkirin piştî demekê dev ji van xebatan siyasî berda û bi temamî xwe da rêya dînî.
Xebatên wî yên dînî bala rejima Komara Tirkiyeyê kişand û gelek caran hat zindanîkirin û sirgunkirin.
23yê Adarê li Rihayê koça dawî kir û heta niha jî cihê gora wî nayê zanîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse