Dilşad Seîd taybet ji bo Rûdawê mûzîka hilbijartinan amade kir

Prag (Rûdaw) – Mûzîkjenê navdar ê cîhanî yê Kurd Dilşad Seîd ji bo Rûdawê mûzîkeke taybetî ya hilbijartinan amade kir. Ev mûzîk dê di bernameyên hilbijartinan de were bikaranîn.

 

Hunermend Dilşad Seîd li paytexta Çekyayê Pragê, ligel Orkestraya Senfonî ya Çekyayê parçe mûzîkekeke taybet a ji bo dema hilbijartinan amade kir.

 

Dilşad Seîd di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand: “Min ev mûzîk taybet amade kir. Mûzîk hesteke wisa dide mirovan ku pê dihesî dê tiştek biqewime lê nizanî ka çi ye. Di beşa din jî de êdî mirov hest pê dike, ku pêşbirkek heye lê ka dî kî bibe û kî nebe, ne diyar e.”

 

Hunermdên Kurd Dilşad Seîd hertim bi karên xwe yên nûwaze bala cîhana mûzîkê kişandiye. Herwiha yekemîn kes e, ku bi orkestrayê srûda nîştîmanî ya Kurd û karesatên biser gelê Kurd de hatine tomar kir.

 

Mûzîka wî ya vê carê jî pir bi hêz e. Wî xwest ku bi vê mûzîkê bala temaşevanan bikişe ser hilbijartinan.

 

Îro demjimêr dema demjimêran 00:00 nîşan da, aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi hilavêstina poster û alên partiyan dest bi kempîna hilbijartinê kirin.

 

Ji ber salvegera karesata Enfalê, pêvajoya propagandaya hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê 24 demjimêran piştî ya Iraqê dest pê kir.

 

Biryare roja 12ê Gulanê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê hilbijartinên giştî werin kirin.