Sirweyekî Germ Zuhdî Dawidî
Hewlêr (Rûdaw) - Berî niha bi navê Sirweyekî Germ Zuhdî Dawidî belgefîlmeke Rûdawê ji nivîsîn û derhênana Sîrwan Rehîm li ser televizyona Rûdawê, Rûdaw Dijîtal û Rûdaw Streamê hat weşandin.
Niha jî li ser heman mijarê û li ser heman romannivîs û zanistî, pirtûkek ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve hat belavkirin.
Pirtûk dê van rojan li pirtûkfiroşên Kurdistanê peyda bibe.
Pirtûk ji aliyê Sîrwan Rehîm û Newzad Ehmed Eswed ve hatiye amadekirin.
Amadekarên pirtûkê di pêşgotinê de nivîsandine:
“Zuhdî Dawidî navekî girîng e. Di cîhana roman û çîrokê de girîng e lê Zuhdî bêhtir li nik xwîner û rexnevanên Ereb tê naskirin. Sedem jî ew e ku berhem û nivîsên vî nivîskarî bi zimanê Erebî ne.
Dawidî nivîskarê bi dehan pirtûkên roman, çîrok û lêkolînan e. Her wisa nirxandinên wî li ser ramana çepgir û mijarên dîrokî hene.
Hêjayî gotinê ye ku Dawidî wergêrê karên xwe bû jî ji zimanê Almanî ji bo zimanê Erebî û herwiha bi berovajî jî.”
Zuhdî Dawidî (1940-2017) xwediyê bawernameya doktorayê di felsefeya dîrokê de bû.
Bi salan wekî zanist û mamosteyê zanîngehê li bajarên Mûsil, Kerkûk, Terablûsa Lîbyayê her wisa li bajarê Leipzigê yê Almanyayê kar kiriye.
Bi temaşekirina belgefîlma Sirweyekî Germ û xwendina pirtûkê ji xwîner re zelal dibe ku ev nivîskar “Ji bilî ku nivîskarekî taybet bû, di heman demê de kesekî sade û dostanî bû. Dostaniya bi hilm û bêhna kulîlk û giyayên deşta Germiyanê re” wekî ku amadekarên pirtûkê dibêjin.
Ev berhem bîranîna nivîskarekî şênber dike ku kurê navçeya Dawê û Çemê Ava Spî bû.
Pênûseke Kerkûkî bû ku nivîsên wî çi roman çi li ser dîroka Kurdistanê bi berdewamî çavkaniya germahiyê bûn.