Tiştek di navbera deve, hêstir û dînazor de

Zelal Çelik

Troisdorf (Rûdaw) - Zubêr Yûsif şêwekarekî kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê, ji bajarê Hisiçayê ye. Wî ji zarokatiya xwe ve dest bi karê şêwekariyê kiriye. Li Şamê akademiya hunerên ciwan xwendiye. Di zarokatiya xwe de, ji aliyê dezgeheke fermî, du salan li ser hev di nav hemû zarokên Sûriyê de wek zarokê mînak û herî balkêş hatiye diyarkirin. Piştre ew ji bo xwendinê berê xwe dide Sovyetê û li Ûkranyayê hunera xwe nîşan dide. 

Zuber Yûsif niha li bajarê Almanya Troisdorfê dijî û pirraniya karê xwe yê hunerî ligel zarokan diborîne. Ew di saziya AWO de ligel zarokên 6 heta 10 salî dixebite û wan di warê hunerî de perwerde dike û peykerên ji textan, herî û materyalên cuda çêdike. Wî niha dest bi çêkirina peykerekî 15 metre dirêj û 10 metre bilind kiriye.

Ji bilî karê bi zarokan re, herwiha komeke wî ya mûzîkê jî heye. Di koma bi nave Impressions de çend kesê Alman jî hene û ew bi xwe him stranên kurdî dibêje û him jî li tembûr, ûd û mandolîne dixe. Ew derdikevin gellek şahî û festîvalên ji bo zarok û ciwanan. Me pirsî gelo ew çiqasî di nav Kurdan de tê naskirin? Zubêr Yûsif got: “Mixabin ez ne di wê baweriyê de me ku ez pirr têm naskirin. Di nav Kurdan û gellek miletên din de jî, dema ku şêwekar bi siyasetmedar û partiyan re xwe şahîk û şêrîn nekin, ewqas bi nav û deng nabin. Ez jî yek ji wan kesan im ku profesyonal kar dike û karê min yê hunerê di nav civaka almanî de berdewam e.” 

Zuber Yûsif diyar dike ku ji bo wî gellekî girîng e ku ew ne bi tenê karê xwe dike, ya herî girîng ewe ku ew bi zarokan re dixebite û xeyalên wan zarokan jî dixemilîne: “Wextê mirov di aliyê hunerî de tiştekî diafirîne, di aliyê ruhî de jî rihet e, ji bo min ya girîng jî ewe. Ev karê niha hûn dibînin min di 10 rojan de bi zarokan re çêkir, wan dixwest em zurafeyê çêbikin lê wek pêkenok me xwest du guhên wê jî çêbikin. Niha jî pêkerekî 15 metreyan dirêj û 10 metreyan bilind çedibe, piştre emê bi rengên cuda birengînin. Mebest ewe ku zarok jî para xwe jê bibînin. Di navbera deve, hêstir û dînazor de wê serê xwe daxe xwarê, wê qulocên wê hebin, wê zarok karibin di guh, zik û di nav lingên wê de derbas bibin. Ev efsaneyî ye û xeyalî ye, ji bo leyîstikê ye helbet, wateyeke wê jî heye. Ez naxwazim heywanan kopî bikin, ez dixwazin bi wan heywanan xeyalên xwe nîşan bidin.“