Kovara Vînê di salvegera derketina Hawarê de dest bi weşanê kir

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kovara Vînê Hawar Wêjeya Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kovara Vînê li cîhana wêje û ramana Kurdî zêde bû.

Kovara Vînê di salvegera 94an a derketina kovara Hawarê de dest bi weşana xwe kir.

Vîn kovareke 2 mehane ye û bi alfabeya Latînî ya Kurdî weşanê dike.

Kovara Vînê bi hejmara xwe ya yekem gihîşt pêşberî xwîneran.

Di kovarê de berhemên bi zaravayên Kirmanckî, Kurmancî û Soranî cih digirin.

Komîteya weşanê ya kovarê ji van navan pêk tê: Gulê Şadkam, Îbrahîm Şêxşerefî, Jiyar Homer, Lorîn Demirel, Netîce Altun Demir, Rojîn Şêx Hemo û Selîm Temo.

Vîn kovareke dîjîtal e û di hejmara xwe ya yekem de bi kadroyeke xurt derketiye pêşberî xwîneran.

Di vê hejmarê de gelek nivîskar bi berhem, hevpeyvîn û wergerên xwe beşdar in.

Nivîskarên ku di hejmara yekem de cih girtine ev in: Aydin Ekîn, Azad Dilwar, Azad Kaysadu, Bawer Aydin, Berken Bereh, Buhişt Issa, Dîbar Çelîk, Dîlan Yasak, Enes Yildiz, Fatma Savci, Ferhadê Mihemed, Furkan Îşlen, Haden Oz, Hebûn Elbakî, Îbrahîm Şêxşerefî, Jan Alî Yekta, Jiyar Homer, Kawa Nemir, Kenan Ogur, Lorîn Demirel, Luqman Ehmed, Netîce Altun Demir, Ozlem Guntaş, Rojîn Şêx Hemo, Sebahattîn Sumelî, Sedat Ulugana, Selîm Temo, Seyîdxan Kurij, Siya Jandar, Sîbel Akman, Şênê Mihemed û Xelef Wanî.

Hevpeyvîn û belgeyên dîrokî

Kovarê di beşa bi navê “Vîndank”ê de Ehmed Huseynî, Mehmet Emîn Bozarslan û Refîq Sabîr bi bîr anîne.

Her wiha di beşa “HevpeyVîn”ê de nivîskar Fatma Savci bûye mêvana kovarê.

Yek ji beşên balkêş ên kovarê jî beşa “Belge”yê ye ku di vê beşê de kovarê belavokeke dewleta Tirkiyeyê weşandiye.

Ev belavok bi Kurmancî ye û li ser reşkirina Serhildana 1925an hatiye amadekirin.

Wêjeya cîhanî bi Kurdî

Di kovarê de ji zimanên Almanî, Fransî, Îngilîzî û Spanyolî gelek werger hatine kirin.

Berhemên navên wekî Alana Marie Levinson-LaBrosse, Alfonsina Storni, Alphonse Daudet, Arthur Rimbaud, Berthold Brecht, Charles Bukowski, James Finn Garner, Kate Chopin, Rafael Alberti, Rita Mae Brown û Tracy Fuad di kovarê de cih girtiye.

Xwîner dikarin kovarê li ser malpera www.kovaravin.com daxînin û bixwînin.

Her wiha nivîskar dikarin ji bo şandina berhemên xwe navnîşana info@kovaravin.com bi kar bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst