Mîr Celadet Alî Bedirxan: Şoreşgerê ziman û mîmarê alfabeya Kurdî
Hewlêr (Rûdaw) - Dema qala zimanê Kurdî tê kirin, mirov nikare Mîr Celadet Alî Bedirxan neyîne bîra xwe.
Mîr Celadet di dawiya sedsala 19an de ji dayîk bû û di nîvê sedsala 20î de bi zimanê Kurdî yê zelal dest bi şoreşeke rewşenbîrî û got: "Kurdbûna bê ziman, ti carî nabe cihê serbilindiyê."
Jiyan û perwerdeya Mîr Celadet
Mîr Celadet Alî Bedirxan li Stenbola ku wê demê paytexta Împaratoriya Osmaniyan bû ji dayîk bûye.
Ew di dîroka Kurdan de dîplomat, nivîskar, zimannas û siyasetmedarekî kêmwêne ye.
Celadet kurê Emîn Aliyê kurê Bedirxan Paşa ye û Nîsana 1893yan ji dayîk bûye.
Perwerdeya xwe ya seretayî û navendî û her wiha Dibistana Bilind a Hiqûqê li Stenbolê qedandiye.
Piştî rûxandina Împaratoriya Osmaniyan û avakirina dewleta Tirkiyeyê, li gel bavê xwe û du birayên xwe çû Qahîreyê.
Lê belê Celadet û birayê wî Kamuran li wir neman û çûn Almanyayê.
Piştî çend salan, ji bo piştgiriya şoreşa Şêx Seîd vegeriya Tirkiyeyê û heta dawiya şoreşê ma.
Şoreşa ziman û rewşenbîriya Kurdî
Mîr Celadet piştî şoreşa Şêx Seîd, çû Sûriyeyê û li wir dest bi zindîkirina zimanê Kurdî û belavkirina kovarên Kurdî kir.
15ê Gulana 1932yan kovara "Hawar"ê derxist ku weşana wê heta Tîrmeha 1943yan berdewam kir.
Berê jî kovara "Ronahî" derxistibû ku hemû karên nivîsîn, redaktekirin û çapkirinê bi tena serê xwe dikir.
Zanayê 8 zimanan
Mîr Celadet wekî pêşengekî alfabeya Kurdî ya bi tîpên Latînî tê naskirin.
Di destpêkê de ji ber sedemên siyasî, berhem û nivîsên xwe bi navên veşartî (kod) belav dikirin.
Ew ji bilî zimanê dayîkê, 8 zimanên din (Farisî, Tirkî, Erebî, Yewnanî, Almanî, Fransî, Îngilîzî û Rûsî) gelekî baş zanîbû.
Mîr Celadet ew Kurdên ku bi zimanên din zanîbûn lê tîpên zimanê xwe nas nedikirin bi tundî rexne dikirin.
Wî Kurdayetî bi zimên ve girê dida û digot: "Bê ziman, Kurdbûn ji bo me ne serbilindî ye, ew rûreşiyeke giran e. Heyf û sed heyf ji bo wan kesên ku bi zimanên din dixwînin û dinivîsin lê alfabeya zimanê xwe nizanin.
Yan hûn fêrî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin, yan jî mebêjin em Kurd in!"
Mîr Celadet di hejmara yekem a Hawarê de wekî bangekê nivîsîbû: "Zimanê me dîroka me ye, zimanê me kîbaretiya me ye. Werin em bi zimanê xwe biaxivin, werin em bi Kurdî ji hev hez bikin!"
Çîroka malbata Bedirxaniyan
Lêkoler Mehmûd Begîk li ser malbata Bedirxaniyan (Ezîzî) ji Rûdawê re axivî û got:
"Ev malbat ji sala 1200î ve heye. Sala 1821ê Mîr Bedirxan bû mîr û ji wê demê ve bi Bedirxanî hatin naskirin.
Bedirxaniyan zarokên xwe didan ber destê wan dayînên ku bi Kurdiyeke zelal diaxivîn da ku zimanê wan hîn di zaroktiyê de bibe Kurdiyeke bêkêmasî."
Avakirina alfabeya Latînî
Nivîskar û dîroknas Seîd Veroj ji Rûdawê re eşkere kir ku sala 1919an tîpên Latînî ji bo zimanê Kurdî hatin pêşniyarkirin.
Mîr Celadet ev pêşniyar bi awayekî cidî şopand. Wî ewil alfabeyeke bi 36 tîpan amade kir, sala 1924an li Almanyayê guhertin tê de kir û kir 24 tîp.
Pişt re sala 1928an careke din sererast kir û kir 25 tîpên Latînî ku ev alfabe bû bingeha Kovara Hawarê.
Piştî 14 salan lêkolîn, alfabeya îro ya Kurmanciyê ku wekî Alfabeya Hawarê tê naskirin, ava kir û zimanê Kurdî derbasî qonaxeke nû kir.
Xebatên siyasî û Rêxistina Xoybûnê
Li Almanyayê, Mîr Celadet beşa hiqûqê xwend û li wir li gel birayên xwe "Xoybûn" ava kir û pişt re Celadet wekî serokê wê hat hilbijartin.
Sînem Bedirxana keça Celadet Bedirxan li ser vê mijarê got, "Gelek Kurd tev li rêzên Xoybûnê bûn ku di nav wan de malbatên navdar ên mîna malbata Cemîl Paşa, Haco, Nayîf Paşa û Elî Axa Zilfo hebûn."
Berhemên Celadet Bedirxan
Zêdetirî 20 berhemên Mîr Celadet hene. Ew kesê ewil bû ku li ser rêzimanê Kurmanciyê pirtûk nivîsî.
Her wiha ferhengeke Kurdî û ferhengeke Kurdî-Fransî amade kirin. Hinek ji berhemên wî ev in:
Alfabeya Kurdî
Rêzimana Kurmancî
Ferhenga Kurdî
Fêrkera Alfabeya Kurdî
Nameyek ji Mistefa Kemal Paşa re
Salên dawî û koça dawî
Mîr Celadet sala 1950î li gundê Hajanê yê nêzîkî Şamê ji bo debara jiyana xwe cotkarî dikir.
Gelek dostên wî yên dewlemend xwest alîkariya wî bikin lê wî qebûl nekir.
Mîr Celadet 15ê Tîrmeha 1951ê li gundê Hajanê koça dawî kir.
Ew li Şamê di goristana Mewlana Xalidê Neqşebendî de, li kêleka bapîrê xwe Mîr Bedirxan hat veşartin.
#VÎDEO - ❝KURD NE HINDIK IN HA! ❞#Kurdî #RojaZimanêKurdî pic.twitter.com/kCMPLMWTiI
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 15, 2026