Ezîz Weysî soz dide
Hewlêr (Rûdaw)- Stranbêjê Rojhilatê Kurdistanê Ezîz Weysî 2 stranên xwe dike Klîp û soz dide ku dahat û pereyên wan klîpan bide malbatên şehîdên şerê li dijî DAIŞê.
Ezîz Weysî ji Rûdawê re ragihand: “Di vê dema dawî de min li welatê Corcya min 2 klîp kişandin û yek ji wan klîpan dê di cejna Remezanê de were belavkirin.”
Weysî wiha got: “Min 10 hezar dolar li ser herdu klîpan xeric kiriye. Ez soz didim eger kesek bibe sponserê wan herdu klîpan û wan xerciyan bide, ezê dahata wan klîpan bidim malbatên şehîdan.”
Ew 2 klîp, yek bi navê Kras Reşê ye û ya din jî li ser bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê.