Rûken Yilmazê 'Mêvan û Mazûvan' belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda dengxweş Rûken Yilmazê, strana xwe ya bi navê "Mêvan û Mazûvan" belav kir.

Gotinên stranê yên helbestvanê mezin Cegerxwîn in muzîk jî Nurhak Kilagozê amade kiriye.

Binesaziya muzîkê ya berhemê bi aranjmaneke nûjen hatiye danîn lê pêwendiya xwe ya bi kevneşopiyê re jî qut nake û deriyên nû li ber muzîka Kurdî vedike.

Dîmenên klîpa vê stranê li navçeya Pilûrê ya Dersimê di nava xwezayeke bêhempa de hatine girtin.

Berk Kuruçay derhêneriya klîpê kiriye.

Rengên xwezayê, erdnîgariya bêhempa ya Pilûrê, gotinên stranê û dengê Rûken Yilmazê bi aheng li dora hev digerin û belav dibin.