Nizamettin Ariç: Penaber im
Hewlêr (Rûdaw)- Hunermendê Kurd yê bi nav û deng Nizamettin Ariç, vîdyoklîpeke nû li ser penaberên Kurd derxist.
Ariç, ku di van salên dawiyê de, pir ji nêzîk ve bi rewşa Kurdan ya siyasî re mijûl dibe, heta niha çend vîdyo klîp li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî çêkirin, yek ji wan klîpan, klîpek li ser Serê Kaniyê bû, yek jî Êşa Rojava bû.
Navê vê klîpa Nizamettin Ariç, ku di heman demê de lîstikvan û derhênerê sînemayê jî, Penaber im.
Di vê klîpê de, ew behsa rewşa penaber û penaberiyê dike, penaberên ku di klîpê de cih girtine, nav û cihên ku jê hatine weke dokument hatine destnîşankirin.
Nizamettin Ariç, ku di heman demê de derhêneriya klîpê kiriye, her wiha xwe li enstrumenatn xistiye û di nivîsandina helbesta klîpê de, Mehmet Gültekin alîkariya wî kiriye.
Vîdyo klîp, li Basurê Kurdistan, Rojavayê Kurdistan, Tirkiyê, Almanya, Holland, Belcika, Danimarka û Bulgaristanê hatine kisandin.