Koma muzîkê ya Rastakê vê carê berê xwe dide Stockholmê

15-10-2025
RÛDAW
Nîşan Rastak Stockholm Konser Çîrokên Cîhan û Rojê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koma muzîkê ya Rastakê di çarçoveya tûrneya xwe ya nû de dê 23yê Çiriya Paşîn li Stockholma paytexta Swêdê konserekê bide.

Konser beşek ji projeya herî dawî ya komê ya bi navê "Çîrokên Cîhan û Rojê" ye.

Ev proje ku îsal di Newrozê de hat destpêkirin, ji 6 berhemên taybet pêk tê ku çand û muzîkên Kurdistan û Efxanistanê dihewîne û çîrokên şahî, berxwedan û kevneşopiyê vedibêje.

Koma Rastakê sala 1997an hatiye damezirandin û bi şîrovekirina muzîka dewlemend a gelêrî ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi aranjmanên modern tê naskirin.

Kom, melodî û amûrên otantîk ên gelêrî bi hostayî bi kar tîne û bi vî awayî pireke çandî di navbera gelan de ava dike.

Konser dê roja Yekşemê, 23yê Çiriya Paşîn a 2025an, saet 15:00an li salona navdar a Kulturhuset Stadsteaterna Stockholmê were lidarxistin.

Rastak bi tûrneya xwe armanc dike ku mîrateya çandî zindî bihêle û dengên kevnar bi awazên hevdem re bigihîne hev, guhdaran vexwîne rêwîtiyeke muzîkê.

Rastak

Koma muzîkê ya Rastakê sala 1997an hat damezirandin û bi stranên xwe yên gelêrî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê naskirin.

Rastak di serî de bi zimanên Kurdî, Farisî, Azerî û gelek zimanên din stranan dibêje.

Albuma yekem a komê sala 2007an bi navê “Rangvarehaye Kohan” derketiye.

Sala 2010an albumeke bi navê “Hameye Aghvame Man” derxist.

Pişt re albumên xwe yên bi navên “Sornaye Norouz” û “Miane Khorshidhaye Hamisheh” derxistin.

Rastak li ser asta cîhanê naskirî ye û heta niha ji bilî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li welatên wekî Brîtanya, Awisturya, Almanya, Fransa, Îtalya, Spanya, Holenda, Swêd, Amerîka, Kanada, Awisturalya, Hindistan, Japonya, Malezya, Şîlî, Polonya, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, Gurcistan, Belçîka û çend welatên din konser li dar xistine.

Rastak yek ji komên muzîkê yên navdar e û gelek caran li Bakur û Başûrê Kurdistanê jî konser dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst