Hewlêr (Rûdaw) – Derhêner û sînemakarê kurd Sermiyan Mîdyad ji aliyê apê xwe ve bi kuştinê hat tehdîdkirin, dadgehê 5 meh cezayê girtinê da apê wî.
Derhêner û lîstikvanê sînemayê Sermiyan Mîdyad, ji ber fîlma xwe ya bi navê “Jina mîna hikûmetê” ji aliyê apê xwe Ferîd Dilaver Mîdyad ve hat tehdîdkirin.
Apê Sermiyan bi hêceta ku “wî heqaret li dayîka min kiriye” hêrs bibû û gefa kuştinê lê xwaribû.
Sermiyan Mîdyayd ji ber vê yekê li dijî apê xwe doz vekir, dadgehê apê wî sûcdar dît û 5 meh cezayê girtinê dayê lê dadgehê bi şertekî ew neşand girtîgehê ku eger di nav 5 salan de careke din sûcekî wiha bike wê çaxê dê yekser here zîndanê.
Derhêner û sînemakarê kurd Sermiyan Mîdyad, di fîlma xwe ya “Jina mîna hikûmetê” de, behsa jiyana pîrka xwe (diya bavê xwe) ya bi navê Zekiye Mîdyad dike ku yekemîn şaredara kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûye.
Di fîlmê de ku, ku sala 2013ê bi zimanekî komîk hatiye çêkirin, aktora navdar a tirk Demek Akbal rola serekî dilîze.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse