Albumeke Rastakê namzeda ‘Xelata Albuma Herî Baş a Salê’ ye
Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Navneteweyî ya Muzîka Folk albuma bi navê “Tales of Earth and Sun” (Çîrokên Erd û Rojê) ya Koma Muzîkê ya Rastakê wekî namzeda Xelata Cîhanî ya Albuma Herî Baş a Salê destnîşan kir.
Albuma “Tales of Earth and Sun”, albuma yekem a Rastakê ye ku piştî koçberiya wan a ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatiye çêkirin û weşandin.
Rastak di albumê de cih daye stranên bi zimanên Belûçî, Kurdî, Farsî û her wiha straneke Efxanî jî tê de heye.
Merasîma dayîna xelatê dê 21ê Kanûna Paşîn a 2026an li bajarê New Orleansê yê eyaleta Louisianayê ya Amerîkayê were lidarxistin.
Menagerê Rastakê Behzad Pûrnaxî ragihand ku ew dê 23yê mehê li Stockholmê jî beşdarî festîvaleke muzîkê ya cîhanî bibin û konserekê bidin.
Rastak
Koma muzîkê ya Rastakê sala 1997an hat damezrandin û bi stranên xwe yên gelêrî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê naskirin.
Rastak di serî de bi zimanên Kurdî, Farisî, Azerî û gelek zimanên din stranan dibêje.
Albuma yekem a komê sala 2007an bi navê “Rangvarehaye Kohan” derketiye.
Sala 2010an albumeke bi navê “Hameye Aghvame Man” derxist.
Piştre albumên xwe yên bi navên “Sornaye Norouz” û “Miane Khorshidhaye Hamisheh” derxistin.
Rastak li ser asta cîhanê naskirî ye û heta niha ji bilî Îranê li welatên wekî Brîtanya, Awisturya, Almanya, Fransa, Îtalya, Spanya, Holenda, Swêd, Amerîka, Kanada, Awisturalya, Hindistan, Japonya, Malezya, Şîlî, Polonya, Tirkiye, Gurcistan, Belçîka û çend welatên din konser li dar xistine.
Rastak yek ji komên muzîkê yên navdar e û gelek caran li Bakur û Başûrê Kurdistanê jî konser dane.