Li Îranê cara ewil jinek bû maestroya Orkestraya Niştimanî
Hewlêr (Rûdaw) - Li Îranê di pêngaveke dîrokî d, jinek bû serkêşa Orkestraya Niştimanî.
Li hola dîrokî ya Wehdet a Tehranê Panîz Feryûsifî derket ser dikê û ne tenê bû maestroya Orkestraya Niştimanî di heman demê de bû hêvî jî ji bo bi dehan keç û jinên welatê xwe.
"Hêvîdar im ev destpêka qonaxeke nû be"
Maestroya Orkestraya Îranê Panîz Feryûsifî hestên xwe wiha anî ziman:
"Hêvîdar im ev destpêka qonaxeke nû be ji bo jinên ciwan ên Îranê, her wiha fêm bikin ku dema rûbirûyê metirsiyan dibin, divê netirsin. Ev tenê deriyek e ber bi rizgariyê ve."
Panîz Feryûsifî di temenê xwe yê 42 saliyê de, wekî yekem jina Îranî ku serkêşiya orkestrayeke fîlharmonîk dike, navê xwe di dîrokê de da nivîsandin.
Nîşandana wê rastî eleqeyeke mezin hat û hol ji bo du şevan bi temaşevanan tije bû ku piraniya wan jinên ciwan bûn.
Panîz Feryûsifî bû maestroya orkestrayeke 50 kesî ku berhemên klasîk ên Schubert, Sibelius û awazdanerê Ermenî Aram Xaçatûryan pêşkêş kirin.
"Tevahiya cîhanê dengê wan dibihîze"
Yek ji temaşevanan, hunermenda make-upê Ferîba Axayî girîngiya vê bûyerê wiha anî ziman:
"Jinên Îranê di warê muzîkê de xwedî derfetên pêwîst nînin û wekî mînak, nikarin li cihên giştî stranan bêjin an stranên xwe belav bikin.
Lê dema ku serokatiya orkestrayekê dikin, tevahiya cîhanê dengê wan dibihîze."
Li Îranê bi giştî destûr ji bo komên muzîkê yên ku tenê ji jinan pêk tên nayê dayîn lê di van demên dawî de ji bo hin karên hunerî yên hunermend û koman hinek derfet hatine vekirin.