Dusseldorf (Rûdaw) – Li Almanya çapxaneya bi navê Carles pirtûkek kurdî bi navê “Hevalê Min ê Mezin Walter” çap kir.
Çapxaneya Carlsen ku li Almanyayê yek ji mezintirîn çapxaneyên kovar û pirtûkên ciwan û zarokan e, pirtûka zarokan a binavê “Mein Freund Walter” (Hevalê min yê mezin Walter) bi çar zimanên biyanî çap kir û li zarokên koçber belav kir. Kurdî jî yek ji wan zimanan e.
Çapxane li ser malpera xwe nivîsandiye, ku bi arîkariya karmendên çapxaneyê û kesên ji derve ev proje pêk hatiye û armanc jê ew e ku ew zarok û dayîkên ku welatê xwe li dû xwe hiştine, kêliyek hevpar a aramiyê bibîbin.
Ji bilî kurdî, pirtûk bi farisî, erebî û sirbî jî hatiye çapkirin.
Destpêka Kanûna 2015ê Çapxaneya Carlsen 30.000 daneyên pirtûkê çap kirin û li 50 kampên koçberan belav kirin, da ku li wir li zarokên koçberan bên belavkirin.
Pirtûk li ser malpera çapxaneyê jî weke PDF hatiye danîn. Di jêr vê navnîşanê de pirtûk dikare bi kurdî bê daxistin:
http://www.carlsen.de/sites/default/files/Walter-ebook_kurdisch_klein.pdf
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse