Xelatên 98emîn ên Oscarê hatin dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Fîlma bi navê "One Battle After Another" a Paul Thomas Anderson di Xelatên 98emîn ên Oscarê de 6 xelat wergirtin.
Fîlmê xelata “Fîlma Herî Baş” jî stand.
Xelatên Akademiyê (Oscar) di cîhana sînemayê de wekî xelatên herî biprestîj tên qebûlkirin.
Xelatên 98an li Şanoya Dolbyyê ya li bajarê Los Angelesê yê Amerîkayê bi merasîmekê hatin dayîn.
Komedyen û lîstikvan Conan O’Brien cara duyemîn pêşkêşvaniya merasîmê kir.
Fîlma ‘Sinners’ê di 16 beşan de bibû namzed.
Fîlma ‘One Battle After Another’ê jî di 14 beşan de bibû namzed.
Pêşbirka di navbera van her du fîlman de mohra xwe li merasîmê xist.
Lê serkeftiya herî mezin a şevê fîlma ‘One Battle After Another’ a bi derhêneriya Paul Thomas Anderson bû.
Fîlmê di beşên fîlma herî baş, derhênerê herî baş, hunandina herî baş, senaryoya herî baş a guncandî û castînga herî baş de bi giştî 6 xelat wergirtin.
Sean Penn beşdarî merasîmê nebû
Sean Penn bi rola xwe ya di fîlma ‘One Battle After Another’ê de xelata lîstikvanê herî baş ê alîkar wergirt lê ew beşdarî merasîmê nebû.
Kieran Culkin ku xelata Penn da got, “Sean Penn îşev nekarî li vê derê be yan jî nexwest li vê derê be.”
'Sinners'ê 4 xelat standin
Fîlma ‘Sinners’ê jî xelatên senaryoya herî baş a xweser, muzîka herî baş a orîjînal a fîlmê û sînematografiya herî baş wergirtin.
Her wiha Michael B. Jordan bi vê fîlmê xelata lîstikvanê herî baş wergirt.
Jessie Buckley lîstikvana herî baş e
Jessie Buckleyê bi rola xwe ya di fîlma ‘Hamnet’ê de xelata lîstikvana herî baş wergirt.
Fîlma ‘Frankenstein’ê jî xelatên sêwirandina berhemê ya herî baş, sêwirandina kostuman a herî baş û sêwirandina makyaj û porê ya herî baş wergirtin.
Strana K-popê xelat wergirt
Strana ‘Golden’ê ya di fîlma ‘K-Pop Demon Hunters’ê de xelata strana herî baş a orîjînal wergirt.
Bi vê yekê re ‘Golden’ bû yekemîn strana K-popê ya ku di dîroka Oscarê de xelat wergirtiye.
Fîlmê her wiha xelata anîmasyona herî baş jî stand.
Li ser dikê peyamên siyasî
Hinek hunermendan di merasîmê de peyamên siyasî jî dan.
Lîstikvan Javier Bardem di axaftina xwe ya li ser xalîçeya sor de banga “Ji şer re na”yê kir.
Tîma fîlma "The Voice of Hind Rajab"ê ku behsa çîroka zaroka Filistînî Hind Rajabê dike, bi rozetên "agirbesta mayînde" tevlî merasîmê bû.
Pêşkêşkar Conan O’Brien jî di axaftina vekirinê de bal kişand ser bilindbûna hişê çêkirî û got, “Dibe ku ez pêşkêşkarê mirov ê dawî bim.”
Hinek serkeftiyên xelatên Oscarê ev in:
• Fîlma herî baş: One Battle After Another
• Derhênerê herî baş: Paul Thomas Anderson – One Battle After Another
• Lîstikvanê herî baş: Michael B. Jordan – Sinners
• Lîstikvana herî baş: Jessie Buckley – Hamnet
• Lîstikvanê herî baş ê alîkar: Sean Penn – One Battle After Another
• Lîstikvana herî baş a alîkar: Amy Madigan – Weapons
• Anîmasyona herî baş: K-Pop Demon Hunters
• Fîlma herî baş a navneteweyî: Sentimental Value
• Senaryoya herî baş a xweser: Sinners – Ryan Coogler
• Senaryoya herî baş a guncandî: One Battle After Another – Paul Thomas Anderson