Hewlêr (Rûdaw) – Jiyan û serpêhatiya sîxorê berê yê CIA yê Amerîka yê bi navê Edward Snowden dibe fîlm.
Şîrketa Sony Picturesê ragihand, dê fîlmekî li ser jiyan û serpêhatiya sîxorê berê yê CIA û NSA yê Amerîka Edward Snowden, ku bi hezaran belge û agahiyên veşartî yên CIA û NSAyê deşîfre kiribû û niha li Rûsyayê mafê penaberiyê wergirtiye, çêbike.
Hat zanîn, fîlm dê li ser bingeha pirtûka bi navê “No Place To Hide: Edward Snowden, the NSA and the US Survelliance State” ya ku ji aliyê rojnamevanê bi navê Glenn Greenwald ve hatiye nivîsandin, were çêkirin.
Pirtûka han ji roja 13ê Gulana îsal ve li ser malperên înternetê tê firotin.
Sony Pictures, sala 2012an jî fîlmek bi navê Zero Dark Thirty li ser jiyana serê rêxistina El Qaîdê Osame Bin Ladin, ku li Pakistanê ji aliyê Amerîka ve hat kuştin, çêkiribû.
Fîlm bi 40 milyon dolar hatibû çêkirin lê bi qasî 132 milyon dolar qezenc kiribû.
Edward Joseph Snowden, 21ê Hezîrana 1983an li Amerîkayê ji dayik bûye. Snowden ku pisporê komputerê ye, di her du saziyên sîxoriyê yên Amerîka, CIA û NSA, de kar kiribû lê ji havîna par ve dest bi deşîfrekirina belgeyên veşartî yên wan saziyan kiribû.
Piştî wê yekê, derket holê ku telefonên gellek welatiyên Amerîka, serokên cîhanê her wiha kesayetî û rayedarên cîhanê ji aliyê saziyên sîxoriyê yên Amerîka ve hatiye guhdarkirin.
Hikûmeta Amerîka û hinek dadgehên wî welatî Snowden wek xayîn bi nav kirin û daxwaza darizandina wî kirin lê ew ji Amerîka reviya û derbasî Rûsyayê bû û li wir mafê penaberiyê wergirt.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse