Şehram Nazirî ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve hat xelatkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê navdar ê Kurd, Şehram Nazirî ku xelkê bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û li Îranê û di qada hunerê ya cîhanê de jî gelek nav û dengê wî heye, îro 16ê Gulanê di merasimekê de ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat xelatkirin.
Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di merasîmekê de li Hola Pêşewa Qazî Mihemed a li Hewlêrê rêz li hunermendê navdar ê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Şehram Nazirî girt.
Di merasimê de hunermend Şehram Nazirî hi xwe û hejmarek wezîr, parlamenter û berpirsên din ên hikûmetê tevî rayedarên partiyên siyasî amade bûn.
Di merasimê de Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hunermendê Kurd Şehram Nazirî xelat kir û Madalyaya Zêrîn a Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê pêşkêşî wî kir.
Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Heme Seîd Hesen di destpêka merasimê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, “Îro em hemû bi hev re li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, di hizûra bejneke bilind, dengekî efsûnî, muzîkjenekî nawaze û firişteyek ji corê mirov sekinîne, ev jî mamoste Şehram Nazirî ye.”
Paşê belgefîlmek derbarê jiyan û hunera wî hunermendê Kurd hat nîşandan û têde beşek ji konsert û berhemên wî yên hunerî hatin pêşkêşkirin.
Serokê Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê, Niyaz Nûrî jî di merasimê de gotarek pêşkêş kir û di beşeke axaftinên xwe de diyar kir, “Kurdbûn, ziman û çand li her cihekî me dûrî hev dike, li her cihekî jî me komî ser hev dike, îja li Hewlêrê be, li Kirmaşanê be, yan jî li Amed û Mihabadê yan jî li Qamiûlo û Silêmaniyê, lewra sazkirina wan corên konsertan cihê destxweşiyê ye.”
Komeke muzîkê ya li Hewlêrê jî bi serpireştiya hunermend Seyid Ehmed Ruwandizî awaza beşek ji berhemên Nazirî jeniye.
Xelata Rêzgirtinê ya Wezareta Rewşenbîr û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê wezîr bi xwe ve pêşkêşî Şehram Nazirî hat kirin, paşê Serokê Sendîkaya Hunermendên Kurdistanê Niyaz Nûrî, Madalyaya Zêrîn pêşkêşî wî hunermendê Kurd kir.
Paşê çend kesayetî û dezgeh û navendên çandî û rewşenbîrî destegul dane hunermend Nazirî.
Hunermend Şehram Nazirî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe nîşan da ku li Herêma Kurdistanê hatiye xelatkirin.
Şehram Nazirî got, ew pir dilxweşe ku îro li Kurdisanê rêz li wî hatiye girtin û diyar kir, wî li her cihekê kareke hunerî kiribe, hewl daye ku hunera resen a Kurdî bide naskirin.
Nazirî wiha got, “Yek ji şanaziyên min di jiyana min a hunerî de wek hunermendekî Kurd ev e, ku li her cihekî cîhanê û li her welatekî şiyana min hebe, min kar bo nasandina ferheng û muzîka Kurdî kiriye.”
Hunermend Şehram Nazirî herwiha got, “Hûn hemû dizanin min li çendîn welatên cîhanê xelatên mezin wergirtine, lê belê ti yek ji wan wek vê xelatê nîne ku ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve pêşkêşî min hat kirin.”
Nazirî di dawiya merasimê de çend berhemên xwe ligel grûpeke muzîkê pêşkêş kir, herwiha berhemek jî bi jenîna amûra tembûrê pêşkêş kir.
Şehram Nazirî sala 1949 li bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê û di nav malbateke hunermend û hunerdost de ji dayik bûye. Pêşengê malbata wan di vî warê de Hacî Xanê Nazirî bûye ku mamostetiya piraniya hunermendên Kirmaşanê kiriye.
Şehram Nazirî xwediyê zêdeyî 40 albûman e û di sala 1949an de li parêzgeha Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Hostayê sêtarê ye lê tembûrê jî lêdixe. Ji bilî lêxistina muzîka klasîk a Fars û Kurdî Şehram mesnewiya Mewlanayî baş dizane.
Ew di 25ê Sibata 2006an de li bajarê San Diego ya Amerîkayê wekî Majorê San Diegoyê hat pejirandin.
Wezareta Çandê ya Fransayê ji bo berhemên wî di warê muzîkê de xelata Fransî ya herî mezin Legion d’Honneur ya şovalyetiyê da wî.
Yekîtiya Asya û Neteweyên Yekbûyî wî wekî "gencîneya çanda zindî" qebûl dikin.