Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê

Hewlêr (Rûdaw) - Berhema nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka sala 2026an.

Nivîskar di pirtûka xwe de bi rêya wêneyan çîrokan ji bo zarokan vedibêje.

Zagros Menûçer fîlmçêker û hunermendekî Kurd e û li Fînlandê dijî.

Wî mastera xwe li Akademiya Hunerên Ciwan a Zanîngeha Hunerî ya Helsînkiyê kiriye.

Berhemên wî di festîvalên navneteweyî yên fîlman, pêşangeh û navendên çandî de hatine nîşandan.

"Pirtûka Zarokan a herî baş"

Zagros Menûçer ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re ragihand ku ew di karên xwe de girîngiyeke taybet dide zarokan.

Her wiha ew dersên hunerî dide zarok û ciwanan.

Pirtûka bi navê "Xelkê Kapykoloyê" (Käpykolon väkeä) pirtûka wî ya yekemîn e ku ji bo zarokan nivîsiye.

Vê pirtûka wî îsal li ser asta Fînlandê xelata "Pirtûka Zarokan a Herî Baş" wergirt.

Ev pirtûk qala jiyana malbateke sivoreyan dike.

Zarok bi rêya vê pirtûkê rastiyên jiyanê nas dikin.

Ew bi vê çîrokê hînî hezkirin, tirs, hewldan û teslîmnebûnê dibin.