BOKAN - Dibistanek dixwaze koma herî mezin a muzîkê ya jinan ava bike

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, Dibistana Muzîkê ya Sedefê ji bo bipêşxistina hunera jinan gaveke nû avêtiye û ji bo avakirina komeke taybet a jinan dixebite.

Damezirînerên komê dixwazin ku ew bibe koma herî mezin a muzîkê ya jinan a Kurdistanê.

Mamosteya Dibistana Sedefê Leyla Muhyedînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got.

"Em kêfxweş in ku cara yekem li bajarê Bokanê, li Dibistana Sedefê, me polên stranan û muzîkê ji bo jinan vekirin.

Xweşbextane hejmareke zêde ya jinan beşdar bûn.

Em dixwazin ne tenê li Bokanê, li ser asta herêmê koma herî mezin a stranan û muzîkê ya jinan ava bikin û em hêvîdar in ku xwişkên din jî werin serdana me û piştgiriya me bikin."

Awazdaner û Birêvebirê Dibistanê Simko Feyzî amaje pê kir ku fikra avakirina komê li ser daxwaz û xwesteka jinan derketiye holê û da zanîn:

"Xweşbextane, cara yekem e li Bokan û herêmê me komeke mezin a jinan ji bo stranan û muzîkê ava kir.

Valahiyeke wiha hebû, ji ber ku jinan dipirsî ku çima ew nikarin di vî warî de beşdar bibin?"

Feyzî her wiha da zanîn ku yek ji astengiyan nebûna rahênerên pispor û xwendî yên akademîk bûye lê wan di bin çavdêriya xwe de çend kes ji bo vê armancê amade kirine.

“Koma herî mezin a jinan”

Birêvebirê Dibistanê Simko Feyzî diyar kir ku armancên wan mezintir in û anî ziman:

"Ev destpêkek e. Armanca me ew e ku em li ser asta herêmê û heta li ser asta Kurdistanê jî koma herî mezin a muzîkê ya jinan ava bikin.

Em di wê baweriyê de ne ku divê ev gav ji bajarê Bokanê dest pê bike, ji ber ku Bokan bajarê huner, muzîk û Hesen Zîrek e."

Simko Feyzî daxwaza piştgiriyê ji her kesî kir û got:

"Ez hêvîdar im ku çawa berê piştgirî da me, careke din jî bidin.

Deriyê me ji bo jinan bi awayê herî baş vekiriye û em di xizmeta wan de ne da ku beşdarî vî karê pîroz bibin."

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê gelek dibistanên muzîk û hunerê hene û bi rêya wan gelek hunermend derketine holê.