Ferhat Tunç bi hişê çêkirî klîpek li ser Komkujiya Dêrsimê çêkir
Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Dêrsimî Ferhat Tunç di 88emîn salvegera îdamkirina Rêberê Kurd Seyîd Riza û hevalên wî de, klîpa xwe ya bi navê “Cîgeram” li ser hemû platformên dîjîtal weşand.
Berhema ku wekî zêmar bi zaravayê Kirmanckî (Zazakî) hatiye amadekirin doh hat belavkirin.
Ji bo dîmenên klîpê, teknîka xêzkirina bi destan a bi alîkariya hişê çêkirî (AI) hatiye bikaranîn.
Ferhat Tunç diyar kir ku ew cara yekem e di xebateke xwe de vê teknîkê bi kar tîne û di klîpê de kêliyên dîrokî yên serdema Komkujiya Dêrsimê ya salên 1937-1938an zindî kirine.
Di hinek dîmenan de teswîra Seyîd Riza jî cih digire.
“Xebata herî dijwar û bi bandor a jiyana min”
Hunermend Ferhat Tunç di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de got:
“Zêmara me ya bi navê ‘Cîgeram’ ku me ji bo salvegera îdamkirina Seyîd Riza û hevalên wî amade kiribû, qediya.
Ev bû xebata herî dijwar û bi bandor a jiyana min.”
Ferhat Tunçê ku 7 sal in li sirgûnê dijî, di vê projeyê de jî wekî xebatên xwe yên berê, bi derhêner Nîhat Ulaş re xebitiye.
88 sal berî niha Komara Tirkiyeyê li Dêrsima Bakurê Kurdistanê komkujiyeke mezin li dijî Kurdan pêk anî.
Roja 4ê Gulana 1937an li Parlamentoya Tirkiyeyê biryara “Tevgera Sirgûnkirin û Cezakirina Dêrsimê” (Tunceli Tenkil Harekâtı) hat dayîn û di çarçoveya wê biryarê de Komkujiya Dêrsimê dest pê kir.
Li gorî amarên fermî di komkujiyê de 13 hezar û 160 kes hatin kuştin û 11 hezar û 818 kes hatin sirgûnkirin.
Rêberê Serhildana Dêrsimê Seyîd Riza û hejmarek ji rêberên din ên Kurd 15ê Çiriya Paşîn a 1937an li Xarpêtê hatin îdamkirin.
Li gorî gelek çavkaniyan, hejmara kuştî, sirgûn û gundên hatine wêrankirin ji amarên fermî gelekî zêdetir e.