Eyşe Şan li Amedê tê bibîranîn
Hewlêr (Rûdaw) - Dengê nemir ê muzîka Kurdî Eyşe Şan dê salvegera koça xwe ya dawî li Ameda Bakurê Kurdistanê bi konser, panel û şanoyan bê bibîranîn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi boneya salvegera 29emîn a wefata Eyşe Şanê bernameyeke du rojî amade kiriye ku ji çalakiyên curbicur pêk tê.
Serokatiya Daîreya Kar û Barên Çandî, Hunerî û Civakî ragihand ku dê di navbera 17 û 18ê Kanûna Pêşîn de bernameya bîranînê li dar bixin.
Di çalakiyên ku dê 2 rojan bidomin de jiyan, huner û mîrasa ku Eyşe Şanê ji muzîka Kurdî re hiştiye, dê di bin sernavên cuda de werin nirxandin.
Jiyana wê dibe şano
Bernameya bîranînê dê êvara 17ê Kanûna Pêşîn saet 18:30î li Hola Çandê ya Elî Emîrî bi şanoyê dest pê bike.
Lîstika ku ji aliyê Berfîn Zenderlîoglu ve hatiye amadekirin û behsa jiyana Eyşe Şanê dike dê derkeve pêşberî temaşevanan.
Li ser gora wê bîranîn û konsera taybet
Roja duyem a bernameyê, 18ê Kanûna Pêşîn saet 13:00an li ser gora Eyşe Şanê ya li Goristana Yenîkoyê merasîmek tê lidarxistin.
Heman rojê saet 18:00an li Hola Çandê ya Elî Emîrî panelek bi navnîşana “Jiyana Muzîkê ya Eyşe Şanê” tê lidarxistin.
Salîha Ayata dê moderatoriya panelê bike.
Berfîn Zenderlîoglu dê li ser mijara “Jineke Muzîkjen û Hunermend: Eyşe Şan” û Seroka Daîreya Karûbarên Çandî, Hunerî û Civakî Zeynep Yaş jî dê li ser “Jiyana Eyşe Şanê û Cihê Wê yê di Muzîka Kurdî de” biaxivin.
Piştî panelê saet 19:30ê dê konsereke taybet a ji berhemên Eyşe Şanê bê dayîn ku 25 hunermend tê de derdikevin ser dikê.
Eyşe Şan
Eyşe Şan an jî bi navên xwe yên din Eyşana Kurd, Eyşe Xan, Eyşana Elî sala 1938an li Ameda Bakurê Kurdistanê ji dayik bû.
Eyşe Şan ji ber ku bavê wê dengbêj bû, di temenê xwe yê biçûk de bi saz û muzîkê re bû heval.
Eyşe Şan dema di 9 saliya xwe de bû bavê wê koça dawî kir û piştî wefata bavê xwe, ji ber ku malbat û mirovên wê bi tundî li dijî wê yekê bûn Eyşe Şan stranan bêje, neçar ma ji Amedê koçî Dîlokê bike.
Li bajarê Dîlokê, ji ber ku Kurdî qedexe bû di radyoyekê de 2 salan bi Tirkî stran gotin û sala 1963yan ji wir çû Stenbolê.
Li Stenbolê bi strana xwe ya "Ez Xezal im" navê wê belav bû lê navdariya wê serê wê xist tengasiyê û neçar ma vê carê jî berê xwe bide Almanyayê.
Lê belê ew hunermenda Kurd piştî demekê dîsa vegeriya Stenbolê.
Li Stenbolê sê zarokên Eyşe Şan çê dibin lê ji ber ku bi Kurdî stran digotin rastî zilma dewletê hat, lewma neçar ma sala 1979an berê xwe bide Bexdayê.
Eyşe Şan di radyoya Dengê Bexdayê de dest bi kar kir û jibilî Bexdayê, li Mûsil, Hewlêr û Dihokê jî konser dane.
Ew hunermenda Kurd piştî demeke dirêj dîsa vegeriya Tirkiyeyê û roja 18ê Kanûna Pêşîn a 1996an li bajarê Îzmîrê ji ber nexweşiya pençeşêrê koça dawî kir.
Eyşe Şan her çi qasî wesiyet kiribû ku termê wê li Amedê bi xakê bê spartin lê belê cenazeyê heta îsal jî li Îzmîrê bû û piştî 29 salan anîn Amedê.
Albumên Eyşe Şanê: Stranên Bijartî, Tomarên Konseran 1979, Memê Alan.
Hinek ji stranên Eyşe Şanê: Ez Xezal im, Qederê, Dayikê, Lê lê bêmal, Lorkê lorkê, Dayîkê Qurban, Qederê Yar, Cemîle Here Were, Xezal, Lê lê Dînê, Xivşê, Kirasê Te Meles e, Yar Meyro, Derdê Hewiyê, Hepsiyo, Memê Alan, Nazliyê, Wey Saliho Kurmam.