Li Siwêregê çanda dengbêjiyê zindî dibe û dengê Qerejdaxê olan dide

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mala Dengbêjan a li navçeya Siwêregê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê çanda dengbêjiyê tê jiyandin.

Qerejdaxa Siwêregê di çanda Kurdan de xwedî cihekî girîng e.

Dengekî taybet ê wan dengbêjan heye ku bi av û hewaya Qerejdaxê mezin bûne.

Kevneşopiya bav û kalan

Dengbêj li Mala Dengbêjan a Şaredariya Siwêregê tên ba hev û vê kevneşopiya bav û kalan didomînin.

Dengbêj û welatî ji bo vê xizmetê spasiya Şaredarê Siwêregê Alî Murat Bucak dikin.

Dengbêj Îsmaîlê Daroxunê got, “Dengbêjî mîrateyek e, ji bavan derbasî lawan û neviyan dibe.

Divê çalakiyên wiha çêbibin. Alî Murat Bucak bi vê xizmetê tiştekî xweş çêkiriye.

Bi vî awayî çanda me winda nabe û em çanda xwe didomînin. Em tiştên di dilê xwe de dibêjin.

Mirov kul, hesret, derd û elemên xwe ji mirovan re dibêje. Tiştekî xweş e.”

Kurmancî û Kirmanckî

Bernameyên dengbêjan bi coş derbas dibin û gelek kes ji bo guhdarîkirina wan li Mala Dengbêjan kom dibin.

Niştecihê Wêranşarê Orhan Miroglu jî got:

“Em pir memnûn bûn, em hatin vê derê û em kêfxweş bûn. Bi Kurmancî distrên, ev tiştekî pir rind e.

Ev çand û kultura me jî pir xweş e. Dengbêj li ser çanda xwe dibêjin û Kurmanciya xwe û her tiştê xwe ji bîr nakin.”

Li Mala Dengbêjan a Siwêregê kilamên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî/Dimilî) bi hev re tên gotin.

"Dimilî jî her dem pêwîst e"

Birêvebirê Mala Dengbêjan Mustafa Yuksekkaya jî got:

“Ev der bi piştgiriya Şaredariya Siwêregê hatiye vekirin. Em li vê derê bernameyên dengbêjan li dar xisin û beşdariyeke zêde heye. Dimilî jî her dem pêwîst e.”

Mala Dengbêjan a Siwêregê ji bo domandina çanda dengbêjiyê sala 2024an ji aliyê Şaredariya Siwêregê ve hatiye vekirin.

Dengbêjên wekî Îsmaîlê Daroxunê, Mihemedê Qerejdaxê, Omer Qara, Sînan Ekinci û Zulfîkar Barût li vê derê kilaman dibêjin.