Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda kurd a Bakûrê Kurdistanê Şehrîbana Kurdî, ji bo ku di pîrozbahiyên cejna Newrozê de beşdar bibe hat Herêma Kurdistanê.
Şehrîbana Kurdî îşev bi rêya balafirxaneya Hewlêrê re gihîşt Herêm Kurdistanê û li nav balafirxanê ji Rûdawê re axivî û got, ji bo ku beşdarî şahî û cejna Newrozê bibim ez hatim Hewlêrê û ez dixwazim bi stranên xwe welatiyan şa û kêfxweş bikim.
Şehrîbanê da zanîn, di nav wan stranên ku dê li Newrozê bêje stranên nû hene.
Hunermend Şehrîban sala 1973 li bajarê Izmîrê yê Tirkiyê ji dayik bûye û sala 1987 dest bi karên hunerî kiriye. Navûdengê Şehrîbanê bi strana bi navê “Ez Keçim Keça Kurdan im” derket ku sala 1991 got.
Şehrîbanê heta niha 5 albomên mûzîkê derxistiye, alboma wê ya dawî sala 2005 li Almanyayê û bi serperştiya hunermend Dilşad Mihemed Seîd derketiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse