3emîn Festîvala Fîlman a Amedê sibê dest pê dike

17-05-2013
Sasan Kotolî
A+ A-


AMED (Rûdaw/DÎHA)
- 3'emîn Mihrîcana Fîlman ya Navneteweyî a Amedê, ku diyarî 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin tê kirin, di 18-25'e Gulanê de pêk tê. Amadekariyên mihrîcanê bi dawî bûn. Koordinatorê Mihrîcanê Haşîm Aydemîr, diyar kir ku her sal eleqeya li hemberî mihrîcanê zêdetir dibe û wiha got: "Em li hemberî feraseta sinemaya cîhanê a hişmendiya zilam dixwazin hişmendiya jinê di sînemayê de pêş bixin. Ji ber ve yekê me bêtir cih da jinê."


3'emîn Mihrîcana Fîlman ya Navneteweyî a Amedê; ku bi hevkariya Navenda Çanda Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sinemaya Rojhilata Navîn hat amadekirin dê di 18'ê Gulanê de dest pê bike û di 25'e Gulanêde bi dawî bibe. Vekirina mihrîcanê dê bi merasimek girseyî pêk bê. Îsal dê mihrican diyarî 3 jinên kurd ên siyasetmedar ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirn Pêşenga PKK'ê Sakine Cansiz, Endama KNK'ê Fidan Dogan û Endama Meclisa Ciwanan Leyla Şaylemez bikin. Amadekariyên mihrîcanê bi dawî bûn. Koordinatorê Mihrîcanê Haşîm Aydemîr, diyar kir ku her sal eleqeya li hemberî mihrîcanê zêdetir dibe û wiha got: "Em li hemberî feraseta sinemaya cîhanê a hişmendiya zilam dixwazin hişmendiya jinê di sînemayê de pêş bixin. Ji ber ve yekê me bêtir cih da jinê."


Aydemîr, da zanin ku ji ber mihricanê diyarî jinan dikin, bi piraniya bernaemyê ji bo jinan cudakariya pozitîf pêk anîne. Aydemir, anî ziman ku bi girîngiyek mezin tekoşîna azadiya jinê girtin dest û wiha got: "Me di nava fîlman de jî cudakariya pozitif girt dest. Ev rewş xwe di bernameya panelan de jî xuya dike."


'Dê sînemager û Sînemahez bên cem hev'


Aydemîr, ani ziman ku ji bo sazîbûn û pêşxisitna sînemayê ev mihrîcana îsal gelek girîng e û wiha berdewam kir. Mihrîcana îsal, ji bo sînema bibe sazî bêtir xwedî wate û giring e. Fîlmên Belgesel, xwesekiya xwe diparêzin. Hem Kurdistan û hem jî ji bo gelên din ji bo sînemaya xwe pêş bixin û serpêhatiyên xwe têxin bin qeydan û hişekî ava bikin gelek girîng e. Li vir hemû nirxên civakî, huneri û çandî ji bo xwe biginin gelan pir girîng e. Em ve mihrîcanê wekî alternatif, serbixwe digirin det. Di vê mihricanê de dê hem sînemager û hem jî dê sînemahez bigêjin hev. Dê di qada hunerê de bibin yek. Dê sînamegerên ku li welatên din dijîn jî bên li vir bigêjin hev."


Ademîr, anî ziman ku ji bo beşa pêşbirgê 70 serlêdanên fîlman pêk hatin û wiha got: "Mihrîcan her sal bêtir rastî eleqeyek mezin tê. Îsal 70 film ketin pêşbirgê. Di nava van fîlman de 17 fîlm ji bo jûriya mezin hatin hilbijartin. Dê 25 fîlmên belgesel jî bên pêşberî temaşevanan. Hem ji aliyê sînemaeran û hem jî ji aliyê sînemahezan ve eleqe mezin dibe."


Di mihrîcanêde dê 17 film têkevin pêşbirgê


Derhêner Haşîm Aydemîr bal kişand ser beşa pêşbirgê û wiha berdewam kir: "Fîlmê herî baş ê mihrîcanê Xelata 1'emîn a Mihrîcana Film a Belgefîlma Filmamedê ye. Fîlmê 2'emîn jî yê xelata Taybet a Jurî ye. Fîlmê 3'mîn jî yê Jûrîya Gel e. Di merasima xelata fimlan de xelata herî girîng û bi wate ya Halil Dag a Taybet e. Ev xelat ji aliye Konservatuara Aram Tigran û Navenda Çande ya Cegerxwinê ve hatiye hilbijartin. Ji ber ku nirxên ku Halîl Dag tev li sinemaya kurd kiriye li ber çavan tê girtin ev xelat xwedî wateyek pir girîng e.


Aydemîr, da zanîn ku dê fîlm li 4 salonen cuda bên pêşandan. Aydemîr, anî ziman ku dê li 3 salonên Navenda Çanda Cegerxwin û Salona Sinemayên Ewropa ya Galeriaye bên pêşandan.


Armanca mihrîcanê;


* Di serî de çand û hunera Kurd û pêkanîna parastin û danasîna nirxên gelên Rojhilata Navîn ê çandî û hunerî;

* Ji bo geşedan û danasîna hilberînên sînemayî yê Kurd û gelên Rojhilata Navîn berpêşkirina têkarî;

* Sînemagerên Kurd û anîna cem hevdina van hunermendan û gel.

* Bi palpiştiya zemîneke alternatîf a demokratîk, civakparêzî, wekhevî, wekheviya zayendî û ekolojîk, anîna cem hevdina gel û berhemên hunerî yên ku weke mal/meta tên bikaranîn

* Ji têkiliyên ku di çarçoveya endustriyalîzm de teşe girtine wirdetir, nêvengek ji bo berhevkirina hunermendan;

* Armanc fîlmên sînemayê yên ku li Rojhilata Navîn tên hilberandin, di zemîneke pir-çandî de anîna cem hevdine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst