Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê bang dike
Hewlêr (Rûdaw) – Di navbera 13 û 20 Mijdarê de 9emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê dê bê lidarxistin. Rêvebirên festîvalê banga beşdarbûnê li sînemageran kir.
Komîteya ku rêveberiya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê bike diyar kir, divê heta 1ê Hezîranê derhênerên kurd û biyanî fîlmên xwe ji wan re bişîne.
Di daxuyaniya komiteyê de hat ragihandin ku ewê hemû fîlmê, belgefîl û kurtefîlmên ku mijaran kurd ve têkildat dê qebûl bikin.
Komîteyê herwiha mizginiya 5emîn Pêşbirka Kurtefîlman a Yilmaz Guney jî da.
Festîval dê li Londonê li Hackney Picturehouseyê bê pêkanîn.