Mirina Xeter li Almanyayê dengekî mezin veda
Dusseldorf (Rûdaw) - Koça dawî ya hunermend Jîwar Hacibî ku bi navê Xeter tê naskirin, li Almanyayê dengekî mezin veda.
Pêncşema borî Xeter li bajarê Bonnê hate veşartin û li ser kêla tirba wî dayika wî rondik dibarandin lê nola şêrejinekê jî bi serbilindî behsa wê yekê dikir bê çawa Jîwarê kurê wê bi stranên xwe û bi wan karên ku kir gelekî armanc dikir ku hemû dinya Kurd û Kurdistanê ji bîr nekin û bizanin çi bi serê me hatiye.
Jîwar Hacibî navê wî yê hunerî Xeter bû, ew roja 9ê Gulana 2025an di 43 saliya xwe de mir.
Pêncşema borî bi sedan kes ji hezker û hevalên wî di merasîma veşartina wî de amade bûn.
Bi sedan kesan rondik dibarandin, medyaya Almanyayê bi girîngî nûçeya veşartina wî belav kir, ji ber ku li vir her çend Xeter gelekî qala Kurd û Kurdistanê dikir lê Almanan bi xwe jê re digot "efsaneya rap"ê.
Ew berê li vir di stûdyoya Rûdawê de mêvan bû û behsa wê yekê kir ku çawa Quranê hêz dayê û ew rehet kiriye.
Çîrokeke balkêş a Xeter ew e ku niha li Almanyayê stranbêjeke bi nav û deng heye bi navê (Şûêşte Êva), ew berê rastî firotina laş hatibû lê Xeter ew rizgar kiriye û soz daye wê ku dev ji firotina laşê xwe berde, wê bike stranbêj û wisa jî kir, ew stranbêj li mizgeftê û piştî xwendina nimêja miriyan li ser termê Xeter, bû misilman.
Di vê raporê de mamoste Îqbal Hacibî yê bavê Xeter ku yek ji zanayên warê muzîkê ye û kesên di warê hunerê de baş wî nas dikin, li ser kursiyeke astengan e û matmayî maye, her wiha Xeter di stranekê de behsa wê yekê dike ku her dem li ser sînga dayika xwe aram dibe, lorandina wê dayikê bibînin û bibihîzin ku êdî Xeter serê xwe nadeyne ser sînga wê.
Jîwar Hecîbî, efsaneya muzîka rapê ku li Almanyayê bi "Xeter" navdar bû, 9ê vê mehê di temenê 43 salî de xatir ji jiyanê xwest, di rêûresma veşartina Xeter li bajarê Bonnê yê Almanyayê, profesor Îqbal Hacibî û Xezal Paksereşt, dayik û bavê hunermend, di nav girseya beşdaran de hatin dîtin ku ji bo koça bêwext a kurê wan digiriyan.
Kesayetî û kesên nêzîk di dema definkirinê de bîranînên xwe yên bi Jîwar Hecabî (Xeter) re vedibêjin.
Gelek kes ji reng, kok û neteweyên cuda beşdarî merasîmê bûn ku ev jî nîşana hezkirin û dilsoziya wan ji vî hunermendê navdar ê Kurdistanî û Almanî re bû.
Dayika Xeter Xezal Paksereşt, bi çavên tijî rondik di dema definkirina kurê xwe de got:
"Kurê min ji min re digot dayê hin stranbêj ji min re dibêjin têkiliya min bi Almanan re heye, di demekê de ku ez ew kes im ku min ew mezin kirin û hemû bûne milyoner."
Projeya neqediyayî ya Xeter ji bo Kurdistanê
Dayika Xeter eşkere kir ku kurê wê xwediyê projeyekê bû ji bo hunermendên Kurd:
"Nexşeya min ew bû ku ez wê teknolojiyê ji bo wan jî dabîn bikim, ev projeya wî bû, gelekî hewl da ku bigihîne encamekê, ew stranbêj û hunermendên baş in.
Lê ji aliyê darayî ve lawaz in û ez alîkariya wan dikim, nizanim çima Xwedê wisa xwest û nehîşt ew proje sergihayî bibe, çimkî biryar bû sê mehên din bigihêje Hewlêrê."
Xeter berê di bernameya Diyasporayê de bi vî awayî dabaşa Kurdistanê kiribû:
"Dema ku ez hîn ciwan bûm, wekî Kurd hatim perwerdekirin, li malê em tenê bi Kurdî diaxivîn û min Farsî nedizanî, dema ku ez hatim vir min didît hin kes ditirsiyan bibêjin em Kurd in, digotin em Tirk in, cureyek krîza nasnameyê li vir di nav ciwanên Kurd de hebû."
Bandora wî li ser civaka Kurd a Almanyayê
Perwer Elî, yek ji hezkerên Xeter, bi xemgînî ji Rûdawê re got: "Bi rastî rojeke gelekî nexweş e ji bo ciwanekî wisa baş, ciwanekî Kurd, bi rastî Xeter em Kurd bi Almanyayê dan naskirin, me bi saya Xeter dikarî bi serbilindî bibêjin em Kurd in."
Ji hezkiriyên Xeter Mihemed Rustem di dema definkirinê de amade bû û got:
"Tiştekî gelekî baş di wî de hebû, bi navê mirovahiyê, bi navê exlaqê, bi navê ol û rewiştê, kesekî zelal û pak bû, Xwedê wî efû bike.
Em dibêjin wî bi navê Kurd û Kurdistanê kar dikir, bi navê zimanê Kurdî, rehmet û aşîtî li ser giyanê wî be."
Xidir Hemo, yekî din ji hezkiriyên Xeter wiha got:
“Mal bi mal, derî bi derî li vir li Munchenê digeriya, hatiye cem me û hatiye cem hemû xelkê, hemû hewlên xwe daye tenê ji bo ku alîkariya zarokên bêserperişt bike."
Xizmetên Xeter ji bo qurbaniyên şerê DAIŞê
Xeter ne tenê li Almanyayê çalak bû lê li Kurdistanê jî projeyên girîng bicih kirine.
Perwer Elî amaje bi wê yekê kir ku Xeter bi şahidiya dinya û qiyametê alîkariya zarokên Vîjn Haus kiriye, ew cihê ku zarokên bav û dayikên wan şehîd bûne tê de niştecih dibûn.
Perwer Bako, heval û damezrînerê yek ji projeyên Xeter, behsa xizmetguzariyên vî hunermendî bo Êzidiyan kir û got:
"Piştî êrişa DAIŞê li ser Şingalê, Xeter piştgiriyeke berçav da me û dengê me li seranserê Almanyayê belav kir û hawara me gihande hemûyan, her wiha wî dibistanek ji bo zarokan li Xankê ava kir, bi giştî alîkariyeke mezin da Êzidiyan."
Xeter hunermendek bû ku nasnameya Kurdî bilind ragirt û bû cihê şanaziyê ji bo Kurdên Ewropayê, koça dawî ya vî hunermendî ziyaneke mezin e ji bo civak û hunera Kurdî.