Hunermend Beşir Kaya koça dawî kir

17-06-2013
RÛDAW
Ji ber nexweşiya kezebê
Ji ber nexweşiya kezebê
A+ A-
Amed (Rûdaw) – Hunerend Beşîr Kaya ji ber nexweşiya kezebê koça dawî kir.

Li gor malpera Semakurd, roja pênşema borî (13.6.2013) hunermend kurd Beşîr Kaya li nexweşxana Dicle ya bajarê Amedê jiyana xwe ji dest da.

Hunermend Beşîr Kaya sala 1957an de li bajarê Amed yê bakûrê Kurdistanê hatiye dinyayê. Di temenê biçûkatiyê de dest bi strangotinê kiriye. Ji ber ku stran bi zimanê Kurdî gotine, di nava demeke kurt de navdar dibe , ji ber di wê demê de demê strandina bi zimanê kurdî qedexe bû.

Beşîr Kaya bi dengê xwe yê xweş,û bi stranên kurdî xwe yên resen, li şahî, aheng û dawetan digotin li devera Amed û derdora wê heya gihişte tevayî bakurê Kurdistanê dihate naskirin. Heta nexweş ketî jî di strangotinê de berdewam bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst