Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji dengbêjên hezkirî yên Mala Dengbêjan a Amedê Eliyê Qerejdaxî (Alî Acun) koça dawî kir.

Eliyê Qerejdaxî yek ji 25 dengbêjên ewil ên Mala Dengbêjan bû ku di serdema Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr de hatibû vekirin.

Beriya niha krîza dil li Eliyê Qerejdaxî dabû û li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin.

Şeva borî rewşa dengbêjê 62 salî giran bû û bijîşkan hemû midaxele kirin lê ji mirinê xelas nebû û wefat kir.

Cenazeyê Eliyê Qerejdaxî piştî bicihanîna kar û barên olî li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat binaxkirin.

Şîna wî li gundê Şadiyê ye

Şîna wî li cihê jidayîkbûna wî li gundê Şadiyê hat danîn.

Malbata wî li gund sersaxiyan qebûl dike.

Eliyê Qerejdaxî wekî hostayê bilûrê dihat naskirin.