Rojava- Li Rimêlan festîvala “Govenda Kurdî”
Rimêlan (Rûdaw)- Li navenda çand û hunerê ya Aram Dîkran a bajarê Rimêlan Tevgera Çanda Demoqratîk yekemîn Festîvala govenda kurdî li Kantona Cizîrê lidar xist.
Ev festîvala govenda kurdî bi beşdarbûna 10 komên felklorî birêve çû. Ev komên beşdar nûnertiya bajarên kantona Cizîrê kirin.
Di vê Festîvalê de berpisên Rêveberiya Xweseriyê û TEV-DEMê jî amade bûn.
Paşê jî ew kom ji hêla rêveberiya festîfalê ve hatin xelatkirin.