12 sal di ser wefata Seydayê Keleş re derbas bûn
Hewlê (Rûdaw) - 12 sal di ser wefata helbestvanê Kurd Seydayê Keleş re derbas bûn . Di qada helbestên kêşesaz û rêzbend de li Rojavayê Kurdistanê navê Keleş jî cihê xwe li kêleka navê Tîrêj, Nûjen, Nûriyê Hesarî û gelek kesên din digire. Seydayê Keleş bi taybetî ket bin bandora Cegerxwîn û helbest û dîwanên xwe li ser rêç û şopa wî afirandin.
Helbestvanê Kurd Mela Hisênê Bizgûrî ku wek Seydayê Keleş tê naskirin, sala 1930î li gundê Bizgûrê li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Keleş zaroktiyeke pir dijwar derbas kir û derdê sêwîtî, nebûnî û hejariyê kişand û berê xwe da Binxetê.
Seydayê Keleş li Binxetê derbasî nav cîhana xwendin û nivîsandinê dibe. Seydayê Cegerxwîn bandoreke mezin li Keleş dike û wî han dide da helbestan binivîse û ji gelê xwe re bibe rênîşader û çirayek ku tarîtiya himbiz ji hev terûbelav bike.
Rast e Keleş hemû temenê xwe di nav dijwarî û zehmetiyan de derbas kir, lê gurzek berhemên bedew li pey xwe ji me re hîşt wek dîwanên Em û Dijmin, Rêka Gel, Derdê Milet, Ronahî, Xebat, Helebçe, Berbang û pirtûka Gotinên Bav û Kalan.
Keleş helbestên bi qafiye û klasîk dinivîsand. Jiyana wî ya dijwar bandor li ser naveroka helbestên wî kir, wî hertim li ser kul û êşên xwe û miletê xwe dinivîsand û helbestên sade û bedew diafirand.
Li gor zanîn û îmkanên xwe, Keleş kedeke berçav di warê peyv û helbesta Kurdî de li Rojavayê Kurdistanê da. Lewma sala 2001ê Keleş xelata Mehrîcana Helbesta Kurdî li Sûriyê ya Nehemîn wergirt. Herwiha sala 2002an, Xelata Seydayê Cegerxwîn a yekemîn wergirt.
Seydayê Keleş di 18ê Hezîrana 2007an de, li bajarê Qamişlo, di 77 saliya xwe de koça dawî kir û li Goristana Qidûrbegê hate veşartin.