Bi navê zimanzan Bîlal Hesen Çolbir xelateke nû hat ragihandin
Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo bîranîna zimanzan, nivîskar û lêkolerê Kurd Bîlal Hesen ê ku bi navê "Çolbir" tê naskirin, xelateke nû ya salane hat ragihandin.
Armanca "Xelata Çolbir di Zanistên Zimanê Kurdî de" rêzgirtina li wan lêkoler û nivîskarên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye ku di warê zimanê Kurdî de xizmetê dikin.
Li ser asta Kurdên Rojavayê Kurdistanê, "Xelata Çolbir di Zanistên Zimanê Kurdî de" hate ragihandin.
Weşanxaneya Ramînayê ya li Londonê, bi piştgiriya malbata nivîskar û zimanzanê Kurd ê koçkirî Bîlal Hesen Çolbir ji bo bîranîna ked, kar û berhemên wî ev xelat ragihand.
Armanca Xelatê
Weşanên Ramînayê ji Rûdawê re ragihand ku "Xelata Çolbir di Zanistên Zimanê Kurdî de, xelateke salane ye û armanc jê rêzgirtina li lêkoler û nivîskarên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye ku bi lêkolînên zimannasî, ferheng û çandî beşdarî parastin û pêşxistina Zimanê Kurdî dibin."
Hat diyarkirin ku xelat dê her sal 20ê Îlonê, di salvegera koça dawî ya Çolbir de, were dayîn û komîteyek ji bo gera yekem a xelatê hatiye avakirin.
Bîlal Hesen Çolbir kî ye?
Bîlal Mehmûd Hesen (Bavê Hozan / Çolbir), sala 1933yan li gundê Xelalka yê Çiyayê Kurmênc (Herêma Efrînê) ji dayîk bûye.
Dawiya salên 1940î beşdarî Partiya Komunîst a Sûriyeyê û sala 1957an jî tevlî Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê bûye.
Di serdema yekîtiya Sûriyeî-Misirî de, bû berpirsê rêxistina Partiya Kurd li Çiyayê Kurmênc û li wir nasnavê "Çolbir" lê hate kirin.
Hin ji berhemên wî yên çapkirî ev in:
- Pend û Şîret
- Pend û Peng
- Pîr û Pendî
- Ferhenga Kurdî–Erebî
- Termên Rêzimana Kurdî
- Ferhenga Çolbir Erebî–Kurdî