Romaneke Gabriele D`Annunzio bi kurdî derket
Navenda Nûçeyan- Navenda rewşenbîrî ya Xewn, romaneke nivîskar û romannivîsê îtalî Gabriele D`Annunzio bi zimanê kurdî belav kir.
Romana “Giovanni Episcopo” ya romannivîsê îtalî yê navdar Gabriele D`Annunzio ji aliyê Cebar Sabir ve bo zimanê kurdî hat wergerandin û ji aliyê weşanxaneya Rojhilat li bajarê Hewlêrê hat çapkirin.
Gabriele D`Annunzio di sala 1863an de li Îtalyayê ji dayik bû û di sala 1938an de koça dawî kir. D`Annunzio nivîskar, rojnamevan û helbestvanekî îtalî yê bi navûdeng bû û di Cenga Cîhanî ya Yekem de jî wek leşkerekî beşdar bûbû.
Wergêrê kurd Cebar Sabir jî di sala 1975an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûye û heta niha gellek berhem afirandiye û wergerandiye. Ji destpêka salên notî yên sedsala borî, wî dest bi nivîsandina helbest û lêkolînên wêjeyî kir.
Ew şêwekar e jî û beşdarî dora 10 pêşangehên hevbeş bûye. Ji sala 1997 û ta niha, gotar û lêkolînan di rojnameyan de belav dike û çend pirtûk jî weşandiye.
Cebar niha li Silêmaniyê dijî û mijûlî karê wergerandin û nivîsandinê ye.