Konê Reş: Xewna Mîr Celadet li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar Konê Reş ji Rûdawê re got, “Xewna Mîr Celadet Alî Bedirxan li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye.”

Nivîskar, lêkolîner û zimanzanê navdar ê Kurd Konê Reş bû mêvanê bultena Rojavayê ya Rûdawê pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.

Nivîskar Konê Reş qala hatina xwe ya Hewlêrê, rewşa zimanê Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê, hevdîtina xwe ya bi Sînemxan Bedirxanê re kir û şîret li ciwanên Kurd kirin.

Konê Reş destnîşan kir ku ew ev 45 sal in xizmeta ziman, çand û edebiyata Kurdî dike û ev yek ji bo wî şanaziyeke mezin e.

Konê Reş ji bo beşdariya Festîvala Sêyemîn a Çîrokan a Ramanê hatiye Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku navê wî û xebata wî di van salan de qet neguheriye û ew her tim wekî "Konê Reş" maye.

Hevdîtina bi Sînemxan Bedirxanê re

Konê Reş diyar kir ku ew gava gihîştiye Hewlêrê, karê wî yekem serdana Sînemxan Bedirxana keça Mîr Celadet Alî Bedirxan bûye û qala hevdîtina hestyar kir û got:

"Sînemxan Prensesa Kurdan e. Dema ez çûm, li ser kursiyê bû û rewşa wê ya tenduristiyê pir ne baş bû lê bi germî ez pêşwazî kirim.

Min li wê derê straneke Cizîra Botan jê re vekir.

Wê demê Sînemxan gelekî xemgîn bû û giriya. Ew girî, ne tenê ji bo xwe, ji bo Cizîra Botan û mîrateya Bedirxaniyan bû.

Sînemxan îro yekane yadîgara wê malbata mezin e."

"Xewna Mîr Celadet pêk hatiye"

Konê Reş li ser pirsa rewşa zimanê Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê bal kişand ser guherînên mezin ên ku çêbûne û da zanîn ku berê nivîsandin û xwendina bi Kurdî qedexe bû lê îro rewş berovajî ye û anî ziman:

"Demek hebû ku her tişt qedexe bû lê îro li Rojavayê Kurdistanê dibistan hene, zanîngeh hene û bi hezaran ciwan bi zimanê xwe yê dayîkê dixwînin û dinivîsin.

Xewna Mîr Celadet Bedirxan pêk hatiye.

Mîr digot 'Ey Kurdino, fihêt e, şerm e ku hûn hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe nebin'.

Îro em dibînin ku ciwanên me xwedî li vê mîrateyê derdikevin, helbestan dinivîsin û li folklora xwe vedigerin."

Şîreta li ciwanan: "Her kalemêrek pirtûkxaneyek e"

Konê Reş şîretên girîng li ciwanên Kurd kirin û xwest ku ew li dîrok û çanda xwe xwedî derkevin û gotina nivîskarê Brezîlyayî Jorge Amado bi bîr xist û da zanîn:

"Jorge Amado dibêje 'Her pîrejin an kalemêrekî ku dimire, wekî ku pirtûkxaneyek bişewite ye'.

Ez jî bangî ciwanan dikim; herin cem dapîr û bapîrên xwe.

Ew tûrikê Tirkî yê ku di hişê wan de hatiye çêkirin bavêjin û li şûna wê çîrok, çîvanok, mamik, gotinên pêşiyan û serpêhatiyên Kurdî ji kal û pîrên xwe tomar bikin û binivîsin berî ku ew bimirin."

Mîrateya Cegerxwîn

Konê Reş behsa serpêhatiyeke xwe ya bi helbestvanê mezin Cegerxwîn re jî kir û destnîşan kir ku di salên 70yî de li Qamişloyê ew çûye cem Cegerxwîn û wî jê re gotiye, "Lawê min, em gelekî westiyan lê barê we dê ji yê me girantir be."

Konê Reş destnîşan kir ku ew xwe û nifşê xwe wekî şopdarên Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj û Melayê Cizîrî dibînin û dixwazin vî barî bispêrin nifşê nû yê zanîngehên Rojavayê Kurdistanê.

Rewşa weşangeriyê ya li Rojavayê Kurdistanê

Konê Reş derbarê rewşa çapkirina pirtûkan diyar kir, tevî ku astengiyên siyasî nemane û weşanxane jî hene lê xwendin kêm bûye û got:

"Berê qedexe bû lê xwendin hebû, niha serbest e lê ji ber medyaya civakî û dijîtal, xwendina pirtûkan lawaz bûye."

Konê Reş di dawiya bernameyê de ragihand ku ew plan dike li Kobanî, Amûdê û Qamişloyê semîneran bide û tecrubeyên xwe yên rewşenbîrî pêşkêşî ciwanan bike.