Necmedîn Xulamî: Heyfa Wehbî tenê ji bo xwederxistinê tê Kurdistanê
Silêmanî (Rûdaw) – Hunermend Necmedîn Xulamî rexne li vexwendina hunermenda Ereb Heyfa Wehbî ya bo Kurdistanê girt. Xûlamî ji Rûdawê re got: “Ti hunerek ligel Heyfa Wehbî nîne ku bê Kurdistanê û konserekê saz bike. Wê çi heye, bide kurdan? Tenê ger xwe derbêxe?”
Biryare 30ê gulanê hunermend Heyfa Wehbî û Hatim İraqî bên Herêma Kurdistanê û du konseran saz bikin.
Necmedîn Xulamî pirsa wê yekê dike ku niha rojavayê Kurdistanê pêwîstiyekî zêde bi alîkariyê heye û wiha dibêje: “Çima hunermendên ereb û Heyfa alîkariya wan nakin, mixabin xelkê me zêdetir giringiyê didin biyaniyan.”
Hunermend Necmedîn Xulamî behsa konsera xwe û hunermend Nasirî Rezazî ya heftiya borî li Silêmaniyê ji bo komkirina alîkariya bo penaberên rojavayê Kurdistanê kir û got: “Ti bajarekî din alîkariya me nekir, ji bo em bikarin vê konserê li bajarên din jî lidarbixin.”