Lîberta Sahaf li Stenbolê bûye navendeke girîng a Kurdan
Stenbol (Rûdaw) - Li navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê taxa Kanaryayê wekî taxeke Kurdan tê naskirin.
Ev tax bi piranî bi bûyerên siyasî dihat rojevê lê niha bi saya pirtûkxaneyeke Kurdî bûye navendeke çand û hunerê.
Nivîskarê Kurd Şivan Zeren sala 2019an li taxa Kanaryayê pirtûkxaneya "Lîberta Sehaf"ê vekir.
Wateya Lîbertayê çi ye?
Lîberta Sehaf ne tenê pirtûkên Kurdî, Tirkî û yên bi zimanên din difiroşe.
Li pirtûkxaneyê her wiha kursên muzîk û ziman tên dayîn û rojên îmzeyê tên lidarxistin.
Peyva "Lîberta" bi Îtalî ye û tê wateya "azadî"yê.
Nivîskar û weşanger Şivan Zeren ji Rûdawê re axivî û got, “Bi dayîna navê Lîbertayê min xwest di navbera vir û Îtalyayê de pireyekê çêbikim.”
Şivan Zeren li gel pirtûkfiroşiyê Weşanxaneya Lîbertayê jî ava kiriye û heta niha 2 pirtûkên bi Kurdî çap kirine.
Şivan Zeren bi xwe jî heta niha 4 pirtûkên bi Kurdî nivîsandine.
"Ev der cihê fikr û ramanê ye"
Şivan Zeren li ser vekirina pirtûkxaneyê ev agahî dan:
"Girîngiya Lîberta Sehafê ya li Kanaryayê ew e ku ev der cihê fikr û ramanê ye.
Li vê derê pirtûkên Kurdî tên peydakirin. Jixwe li Stenbolê pirtûkên Kurdî kêm tên peydakirin.
Min bi zanebûn Kanarya hilbijart çimkî ez li vir hatime dinyayê. Min berê jî weşangerî dikir."
"Derdekî min ê azadiyê heye"
Dîwarên Lîberta Sehafê bi motîf û sembolên Kurdan ên wekî pezkovî û şahmaranê hatine xemilandin.
Her wiha wêne û tabloyên serkirdeyên Kurdan jî li dîwaran hene.
Zeren destnîşan kir ku çalakiyên Kurdî bi piranî li navenda Stenbolê tên kirin û wiha li pey çû:
"Gelek çalakiyên Kurdî li navenda Stenbolê tên kirin lê li van taxên Kurdan nayên kirin.
Ji ber ku derdekî min ê azadiyê heye min navê dikanê danî Lîberta."
"Divê em zimanê xwe biparêzin"
Şivan Zeren qala armanca xwe ya paşerojê jî kir û bal kişand ser zimanê Kurdî:
"Armanca min ew e ku Kurdên Kurdîaxêv karibin bi rihetî xwe bigihînin pirtûkên Kurdî.
Heta em vegerin Kurdistanê divê em zimanê xwe biparêzin. Em dê gelek çalakiyên nivîskaran li dar bixin.
Em dê nivîskar û xwîneran bînin cem hev û dê li taxê Kurdî zêdetir berbelav bibe."
Kampanyayên pirtûkan
Pirtûkxaneyê beriya çend salan kampanyaya pevguhertina pirtûkên Tirkî bi pirtûkên Kurdî dabû destpêkirin.
Vê kampanyayê eleqeyeke mezin dîtibû.
Her wiha Lîberta Sehaf ev 3 sal in bi kampanyaya bexşandina pirtûkan, ji bo zarokên ku li dibistanan dersa Kurdî hildibijêrin pirtûkên Kurdî dişîne.