Zîrek Kemal: Nêçîrvan Barzanî xwest ku pirtûkxaneya Ezîz Gerdî bibe navendeke rewşenbîriyê
Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn ku wî “girîngiyeke mezin da mijara pirtûkxaneya nivîskarê koçkirî Ezîz Gerdî”.
Her wiha amaje pê kir ku piştî koça dawî ya Ezîz Gerdî, Nêçîrvan Barzanî komîteyek erkdar kir ku “pirtûkxaneya wî bibe navendeke rewşenbîriyê û hemû ciwan, wêjehez û rewşenbîr jê sûdê wergirin”.
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Zîrek Kemal bû mêvanê bultena Rûdawê pirsên Şehyan Tehsînê yên li ser hewlên Serokê Herêma Kurdistanê yên ji bo parastina berhemên nivîskar û rewşenbîrên Kurd bersivandin.
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Zîrek Kemal got:
“Nêçîrvan Barzanî, hem dema ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû û hem jî niha ku Serokê Herêma Kurdistanê ye, her tim di xema nivîskar, rewşenbîr û tevgera rewşenbîrî û çandî ya gelê me de bûye.”
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê ragihand:
“Nêçîrvan Barzanî dizane ku stûna herî xurt a her gelî nivîskar û rewşenbîr in, her wiha bipêşketina her civakê jî di bin sîwana wan de pêk tê.”
Zîrek Kemal amaje pê kir ku dema helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes li derveyî welêt koça dawî kir “bi biryara birêz Nêçîrvan Barzanî cenazeyê wî bi balafireke taybet hat vegerandin.
Her wiha Mamoste Cemal Nebez, dîroknasê mezin ê Kurd, dîsa bi biryara Nêçîrvan Barzanî cenazeyê wî hat vegerandin.”
Zîrek Kemal ragihand ku piştî koça dawî ya Ezîz Gerdî, hejmarek nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên bajarên Herêma Kurdistanê name ji Serokê Herêma Kurdistanê re şandin û daxwaz jê kir ku “mala Ezîz Gerdî bibe navendeke rewşenbîrî, çandî û edebî ku bibe çavkaniyeke zanînê”.
Kemal amaje pê kir ku li ser daxwaza Nêçîrvan Barzanî ji bo pirtûkxaneya Ezîz Gerdî komîteyek hat avakirin da ku “pirtûkxaneya wî were parastin û bibe navendeke rewşenbîrî ku hemû ciwan, wêjehez û rewşenbîr jê sûdê wergirin”.
Kemal ku bi xwe jî yek ji endamên komîteyê ye got:
“Me pêwendî bi malbata Mamoste Ezîz Gerdî re kir lê nêrîn û ramaneke wan a cuda ji bo pirtûkxane û mala Mamoste Ezîz Gerdî hebû.”
“Em amade ne ku piştgiriyê bidin malbatê”
Zîrek Kemal da zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê derbarê vê mijarê gotiye:
“Em dê rewşê li ber çavan bigirin û bila biryara dawî li cem wan be.
Em amade ne ku bi her awayî piştgiriyê bidin malbatê.”
Zîrek Kemal li ser pirsa dawî ya çarenivîsa pirtûkxaneya Ezîz Gerdî anî ziman:
“Doz çû dadgehê û em rêzê li dadgehê digirin.
Di pêşerojê de jî çi ji destê me were ji bo ku nav, nasname û berhemên Mamoste Ezîz Gerdî bi zindî bimînin, em amade ne.”
Mehek berê, bi rêya rojnameyan daxuyaniyek derbarê firotina eşkere ya pirtûkxaneya Dr. Ezîz Gerdî hatibû belavkirin.
Dadgeha Destpêkê ya Enkawayê roja 17ê Tebaxa 2025an di rûniştineke vekirî de biryar li ser firotina pirtûkxaneya Dr. Ezîz Gerdî da.
Bi biryara Dadgeha Hewlêrê, pirtûkxaneya wî nivîskarî bi 136 milyon dînarî hat firotin.
Birayekî wî dibêje ku ew li dijî firotinê bûye. Nivîskarek jî amaje pê dike, “Hîn dem heye û em daxwaz dikin ku Serokê Herêma Kurdistanê kirînê li xwe bigire.”
Nivîskar û wergêrê Kurd Ezîz Gerdî 6ê Hezîrana 2022yan li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê koça dawî kir.
Ezîz Gerdî ku navê wî yê tam Ezîz Ehmed Ebdullah e, sala 1947an li Hewlêrê ji dayîk bûye û li nahiyeya Behirkeyê ya nêzîkî bajarê Hewlêrê dijiya, nezewicîbû.
Ezîz Gerdî her ji zarokatiya xwe ve heza wî ya xwendinê hebû û di xortaniya xwe de dest bi xwendina edebiyata Kurdî û biyanî kir.
Berhema wî ya yekem di salên 1968-1969an de bi navê “Rewanbêjî” hat çapkirin.
Paşê pirtûkên wekî “Edebiyata Berawirdkarî”, “Pexşana Kurdî”, “Rêbera Helbesta Klasîk a Kurdî” û gelek pirtûkên din nivîsandin.
Sala 1994an master û sala 1999an jî doktoraya xwe wergirt.