Turneya Mohsen Namjoo ya Tirkiyeyê hat betalkirin: ‘Bi fermana rayedaran’

Hewlêr (Rûdaw) - Konserên hunermendê navdar ê Îranî Mohsen Namjoo yên li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Amedê ku di çarçoveya turneya wî de bûn hatin betalkirin.

Hunermend Mohsen Namjoo li ser hesabê xwe yê Instagramê ragihand ku konser bi fermana "rayedarên payebilind" û bi hinceta "hestên olî" hatine betalkirin.

Mohsen Namjoo di daxuyaniya de got:

"Ji 6 konserên turneya Tirkiyeyê, bilêtên 5an ji wan bi temamî hatibûn firotin.

Tevî eleqeya zêde ya zêdetirî 16 hezar kesî, wekî sala 2022yan, bi fermana rayedarên payebilind û bi hinceta hestên olî hatin betalkirin."

Namjoo lêborîn ji hemû şopîner û hezkiriyên xwe, bi taybetî ji yên ku plan dikirin ji bajar û welatên din biçin konseran xwest û ragihand ku ew dê di rojên pêş de li ser kanala xwe ya YouTubeyê performanseke zindî pêşkêş bike.

Konserên Namjoo yên sala 2022yan ên li Tirkiyeyê jî ji ber kampanyaya ku ji aliyê komeke bi navê "Hereketa Mudafa-î Îslamê" û Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Diyanet û Weqfan Mustafa Çopursuz ve hatibû destpêkirin, hatibûn betalkirin.

Namjoo bi hinceta ku di stranên xwe de "ji ayetên Quranê sûd werdigire" li Îranê zextan hatibû û neçar mabû Îranê biterikîne û li Amerîkayê bi cih bibe.

Mohsen Namjoo piştî betalkirina konserên xwe yên berê di nameyekê de gotibû, "Ez ne bê dîn im, ne jî bê Xwedê me.

Min ti carî henekê xwe bi Qurana Pîroz ku her dem çavkaniya îlhama min bûye nekiriye û min ew biçûk nexistiye.

Min ti ayet Quranê neguhertine. Ev tohmetbariyeke cidî û bêbingeh e."