Ji Dildarê Mîdî helbesta Kerkûkê

Hewlêr (Rûdaw) – Helbestvanê navdar ê kurd Dildarê Mîdî li ser raperîna Kerkûkê helbestek nivîsand û ji Tora Medya ya Rûdawê re şand.

 

Helbesta Dildarê Mîdî wiha ye:

 

Her ji Kerkûk dest pê dikim

 

Min pênûsên xwe de girt ji pêjeyên neqandî

 

Tabloyek min neqişand  bi zêrê zer helandî

 

Kerkûk mishefa Kurda min bi  desta pelandî

 

Her wê pîroz bimîne parastî û hilandî

 

 

 

Biryara xwe me daye veger ji dozê nema

 

Gul pişkivîn ji xara  xemlîn şax û lema

 

Me bi xwînê avda ye mîna cobar û çema

 

Çi qurbanî bête dan hîç li nik me nexeme

 

 

Tu hatiye parastin bi destê qehremana

 

Bi cûş û kelecanê gel dakete meydana

 

Şêra mil dane hevdû baz hatin ji zozana

 

Cangoriyê Kerkûk in ew dilê Kurdistane

 

 

Nameya biratiyê ji bo we me şiyandî

 

Destê xwe me dirêj kir bi aşitî hejandî

 

Bersiv we daba agir hinavê we kelandî

 

Çavê we çû patikê Malikî û Ebadî

 

 

Digel Heşda xwe ya reş hûn mîna gura hare

 

Êrîş we da li ser me êrîşeke xedare

 

Lê Kurd ne yê berê ye her hazir û li kare

 

Kurdistanê her ew ware lê qet ne ew bihare

 

 

Em Kerkûkê berdandin ger yek ji me bimîne

 

Pêmerge ser bilinde bejna xwe natewîne

 

Sîla yekem li te de devê te tije xwîne

 

Herdem bijî Kurdistan serbixwe dê bimîne