Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda kurd Nazdar Cizîrî dibêje, dê di çend rojên bê de klîpek nû bi navê “Loy Loy Kurdistan” belav bike.
Nazdarê ji Rûdawê re got, alboma min ya nû bi navê “Loy Loy Kurdistan” xilas bûye û ezê di nav çend rojên bê de klîpa strana “Loy Loy Kurdistan” jî belav bikim.
Têkst û mêlodiya alboma nû ya Nazdarê ji aliyê Ebdulezîz Silêman ve hatiye dariştin û çêkirin, studyoya Pro Musicê jî karê tomarkirina albomê daniye ser milê xwe.
Karê klîpa albomê ji aliyê Ferheng Ferman ve hatiye kirin û albom berhema Vin Prodution e.


Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse