Soraya Kohlmann bû keça herî bedew a Almanyayê

20-02-2017
RÛDAW
Nîşan Almanya Keça bedew Soraya Kolhman
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Pêşbaziya bedewtirîna Almanyayê (Miss Germany 2017) li bajarê Freiburgê hate lidarxistin. Soraya Kohlmann weke bedewtirîna Almanyayê hate hilbijartin.

 

Pêşbaziya bedewên Almanyayê, pêr li bajarê Freiburgê hate lidarxistin. Di fînala pêşbaziyê de 21 fînalîst derketin ser dikê, ji nav wan, bedewa bi navê Soraya Kohlmann (18) weke keça herî xweşik a Almanyayê hate îlankirin.

Bejna Soraya Kohlmann 1.72 cm ye.

 



 

Duyemîna fînalê jî bedewa bi navê Aleksandra Rogovic (18), weke sêyemîn jî Sarah Strauss (21) hatin hilbijartin.


Şahbanûya “Miss Germany 2016”ê Lena Broder, taca xwe da şahbanûya 2017an Soraya Kohlmann.


Ji bo 21 bedewên fînalîst diyariyên cur bi cur hatin pêşkêşkirin. Ji bo şahbanûya 2017an jî, cil û berg, betlane, alavên xaniyan, tevî her tiştî heta salekê wesayîtek dan.


Herwiha ji bo salekê girêbesta modeliyê jî îmza kirin.

 






Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst