Sopranoya Kurd Pervîn Chakar dê li Bremenê konserekê li dar bixe

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda operayê ya Kurd a navdar Pervîn Chakarê dê li bajarê Bremenê yê Almanyayê konserekê li dar bixe.

Konsera Sopranoya navdar Pervîn Chakarê dê 24ê Nîsana 2026an demjimêr 20:00an li salona Die Glockeyê were lidarxistin.

Piyanîst Felice Venanzoni dê di vê konserê de bi piyenoya xwe hevrêtiya Pervîn Chakarê bike.

Di bernameya konserê de berhemên hunermendên navdar ên cîhanî yên wekî Giacomo Puccini, Vincenzo Bellini, Wolfgang Amadeus Mozart û Emmerich Kálmán hene.

Her wiha dê stranên Kurdî jî di vê konserê de ji bo hunerhezan werin pêşkêşkirin.

Pirek di navbera Rojhilat û Rojavayê de

Sopranoya Kurd  Pervîn Chakar, di şîrovekirina berhemên operayê de xwedî jêhatîbûneke mezin e.

Ew di heman demê de wekî balyozeke dilsoz a dewlemendiya muzîka welatê xwe tê naskirin û ji bo belavkirina wê bêwestan dixebite.

Hunermenda Kurd stranên gelêrî yên Kurdî bêyî ku reseniya wan xera bike li gorî muzîk û amûrên Rojavayî amade dike.

Pervîn Chkar bi dengê xwe, pireke zindî di navbera Rojhilat û Rojavayê de ava dike.