Li Amsterdamê Rojên Fîlmên Kurdî dest pê dikin

20-05-2019
RÛDAW
Nîşan Rojên Fîlmên Kurdî Amsterdam Dengê Bakur Radyo Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li paytexta Hollandayê bajarê Amsterdamê di navbera 24 û 26 Gulanê de bi nave Rojên Fîlmên Kurdî çalakiyek tê sakirin. Di çarçoveya bernameya Rojên Fîlmên Kurdî de ji bilî pêşandana fîlman dê hinek çalakiyên din ê hunerî bêne sazkirin.

 

Li Amsterdamê bo heyma sê rojan (24, 25 û 26ê Gualnê) çalakiya"Rojên Fîlmên Kurdan" tê lidarxistin û di vê çarçoveyê de ji bilî pêşandana fîlmên Kurdan, çend panel jî dê bêne pêkanîn.

 

Çalakî roja Înê 24ê Gulanê saet 16.00 bi pêşandana herdu fîlmên “Dengê Bakur” û “Radyo Kobanî” dest pê dikin. Heman rojê saet 20.00 de dê kurtefîlmê derhêner Bêrî Şalmaşî "Dengê ji baniyê" û fîlmê Kazim Oz "Zer" bên pêşandan.

 

Di çarçoveya bernameyê de fîlma Salih Omar Xelîfa yên bi nave Mesiyê Bexdayê” û Zagros, fîlma Ersin Çelik a bi nave “Berfanbar”  fîlma Erol Mintaş a bi nave “Klama Dayîka Min” û Fîlma Huseyîn a bi navç “Çirkin Kral (Qralê Kirêt)” bên nîşandan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst