Erdal Kaya li Torontoyê rastî eleqeyeke zêde hat

Hewlêr (Rûdaw) - Şanogerê Kurd ê navdar Erdal Kaya, stand-upa xwe cara ewil li Kanadayê bi coşeke mezin pêşkêş kir.

Yek ji şanogerên Kurd ên serkeftî ku di van salên dawî de bi stand-upên xwe eleqeyeke zêde dibîne Erdal Kaya ye.

Erdal Kayayê ku berê bi stand-upa xwe ya bi navê "Vik û Vala" du salan li ser dikê bû, vê carê li Kanadayê bi stand-upa bi navê “Zikopişto"yê derket pêşberî temaşevanan.

Di şeva taybet a ku bi hevkariya Bêje Production hatibû organîzekirin de salon bi temamî tijî bû.

Kaya 2 saet û 15 deqîqeyan li ser dikê ma û di vê demê de kenê temaşevanan qet nesekinî.

Şanogerê Kurd çavdêriyên xwe yên jiyana rojane bi jêhatîbûna xwe ya pêkenînê re dike yek û di vê gera xwe de pêşkêşî temaşevanan dike.

Şîroveyên piştî şevê nîşan da ku performansa Kaya ne tenê ji bo civaka Kurd a li Kanadayê, her wiha ji bo hilberîna hunerî ya li Diyasporayê jî gaveke girîng bû.