Leyla Ferîqî mizgîniya xwe bi rêya Rûdawê ragihand
Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda navdar a Kurd Leyla Ferîqî ji Rûdawê re ragihand ku li gel hunermend Helkeft Zahir amadekariya berhemekî nû dikin û dê demek nêzîk de carek din vegere nav karên hunerî.
Hunermenda Kurd Leyla Fer’iqî, piştî çend salan dûrketina ji stranan û çavên medyayê, ji bo cara yekemîn ji Rûdawê re axivî.
Şeva 19ê Tîrmehê li restorantekê bajarê Hewlêrê, ahengek ji bo roja jidayikbûna Ferîqî hate sazkirin ku çend hunermendên din li gel endamên malbata wê amade bûn.
Hunermenda navdar ji Rûdawê re axivî û mizgîniya berhemekê nû da û got:
“Ni ha li gel hunermend Helkeft Zahir amadekariya berhemek nû dikin. Bi destûra Xweda dê demek nêzîk de bi rêya vê berhemê careke din vegerime nav karê hunerî.
Ferîqî heyama çend salekê ye ti karek hunerî nekiriye û herwiha derbarê vê yekê de jî ji ti medyayekê re neaxiviye.